Li Licê operasyona leşkerî 2023-06-03 13:14:57   AMED - Hat ragihandin li navçeya Licê di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derketiye.    Li çoltera mezrayên Hemza û Antîxan ên bi ser gundê Barafê yê navçeya Licê ya Amedê ve leşkeran operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku di navbera leşker û endamên HPG’ê de şerderketiye. Operasyon bi piştevaniya helîkopteran pêk hatiye. Hat zanîn ku operasyon li herêmê didome.