‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’ 2023-06-03 15:19:08 STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hişyarî hat dayîn ku rewşa xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 584’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Tenzîle Acar bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.    XETERE LI SER JIYANA ACAR E    Endama Komîsyonê Meryem Bars destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û got: “Mafên girtiyan ji destên wan hatine girtin. Girtî di nava şert û mercên tecrîdê de ne.” Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar û diyar kir ku nexweşiyên kronîk Hepatît-B û tuberuloza giran li Acar peyda bûne û bi zehmetî de hilmê dide û distîne. Bars anî ziman ku şert û mercên girtîgehê jiyana Acar dixe nava xetereyê. Bars ji bo berdana Acar û hemû girtiyên nexweş bang li rayedaran kir û xwest demildest bên berdan.