Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan 2023-06-03 17:08:31       STENBOL - Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.    Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryarên wan bên cezakirin, xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan nehiştin daxuyaniyê bidin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.   Polîsan destên kesên binçavkirî ji paş de kelemçe kirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan kesên binçavkirî Eren Keskin, Gulseren Yoleri, Hanife Yildiz, İrfan Bilgin, Besna Tosun, Ali Ocak, Ali Tosun, Leman Yurtsever, Nazim Dikbaş, Cihan Kaplan, Bilal Yildiz, Asli Takanay, Hunkar Hudai Yurtsever û Taylan Bekin hatin berdan.