Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan 2023-06-03 19:28:44 AMED - Helbestvan Rênas Jiyan di gotubêja li dar xist de ji ber neheqiya li kurdan dibe ew ji neçarî cih dide êş û azarên ku tên serê kurdan. Jiyan çûna ji Kurdistanê ber bi welatên biyanî ve jî rexne kir û got: “Ev yek welatkujî ye.”    Helbestvan Rênas Jiyan li Pîne Cafe ya li semta Ofîsa Amedê gotubêj li dar xist û pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kir. Gelek xwîner tev li gotubêjê bûn.     Rênas Jiyan ku bi helbest û romanên xwe yên navdar tê nasîn li ser pirtûka xwe ya bi navê “Êvar Încas in Şev Kersele” nû der çûye rawestiya û qala naveroka wê kir. Jiyan diyar kir ku pirtûka wî ya nû ji sê beşan pêk tê û beşek jê li ser mijarên rojane bi navê “Rojname” ye. Jiyan got di pirtûka xwe de qala bûyerên hatine serê kurdan û qetilkirina kurdan dike. Jiyan anî ziman ku ew di pirtûka xwe de qala azadiya raman û derbirînê jî dike û bi helbestan bi lêv kiriye.    ‘DIVÊ NIVÎSKAR Û CIVAKA XWE YEK BIN’    Jiyan da zanîn ku ew siyasetê zêde naxe pêşiya helbestên xwe lê xwe pir ji siyasetê jî qut nake. Jiyan anî ziman ku ji ber ku neheqiya li kurdan dibe ji neçarî cih dide êş û azarên civakê û ji ber ku netewa wî ji bo wî girîng e û got: “Li gorî min divê nivîskar-helbestvan û civaka xwe yek bin. Ew jî nûnerên civaka xwe ne.”   ‘DIVÊ EM WELATKUJIYÊ NEKIN’    Jiyan bal kişand ser çûna kurdan a ji welatê xwe û wiha axivî: “Mirov ji welatê xwe li ser dilek rehet koç bike, gelo li gorî we di viya de pirsgirêk nîne? Jixwe serdest vî tiştî dixwazin ku welatê bindestan vala bibe. Dixwazin bindest ji welatê xwe derkevin û ji ber ku baştir bi rê ve bibin. Serdest bi zanebûn dixwazin kurd ji welatê xwe derkevin. Gelo ma di destpêka avakirina Komara Tirkiyeyê de jî rewşek wiha tune bû? Yanî di polîtîka îskanê de. Dewlet bi vê polîtîkayê kurdan asîmîle kir. Xwestin kurdan tune bikin û qir bikin. Mirov ji çûna mirov ango kesên ji ber sedemên polîtîk diçin derveyî welat fêm dike. Lê gelek kesên me ji ber xweşiyê diçin, bi taybetî jî diçin welatên Ewropayê. Viya li gorî min tiştek pir çewt e. Ev têkbirina me bi xwe ye. Heke tu li ser axa welatê xwe bijî û tiştekî jî nekî li gorî min welatparêzekî mezin î. Lê tu birevî tu bi destê xwe welatê xwe teslîmî dagirkeran dikî. Heke em ji welatê xwe birevin, ev yek welatkujî ye.”    Jiyan piştî axaftina xwe ji pirtûka xwe ya nû "Êvar Încas in Şev Kersele" çend helbest xwendin.   Di gotubêjê de xwîneran jî nêrînên xwe anîn ziman û pirsên derbarê edebiyata kurdî ji Jiyan kirin.    Rênas Jiyan di dawiya bernameyê de pirtûkên xwe bo xwînerên xwe îmze kir û bername bi dawî bû.