Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin 2023-06-04 11:20:41 AMED - Kesên ku di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê ku 5 kes têde jiyana xwe ji dest dan de birîndar bûn, xwestin faîl û piştgirên komkujiyê bên darzizandin.  Di sala 2015'an de ku desthilata AKP'ê di Pirsgirêka Kurd de vegeriya polîtîkayên neçareseriyê, destpêkê di 5'ê Hezîranê de li Qada Stasyonê ya Amedê li dijî mitînga HDP'ê ji aliyê DAIŞ'ê ve êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de welatiyên bi navê Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şehmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn.    Tevî ku di ser êrîşê de 8 sal derbas bûye jî heta niha ji bilî Orhan Gonder ê DAIŞ'î tu kes nehatiye darizandin. Derketibû holê ku tevî Gonder qaçaxê leşkeriyê ye û bi nasnameya xwe li oteleke bajar maye jî Miduriyeta Polîsan a Amedê der barê wî de tu kirarî nedaye destpêkirin. Her wiha dîsa derketibû holê ku tevî malbata Gonder îxbar kiriye ku wê êrîşê pêk bîne jî êrîş nehatibû astengkirin.    Di pêvajoya ku teqîna 5'ê Hezîranê pêk hat de êrîşên bi heman rengî di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê û di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqerê jî pêk hatin. Li Pirsûsê 33 kes û li Enqerê jî 103 kesan di êrîşan de jiyana xwe ji dest da. Mehmet Ozcan û Riza Ozmen ku di êrîşa 5'ê Hezîranê de birîndar bûn, diyar kirin ku tevî 8 sal di ser êrîşê re derbas bûye jî birînên wan hê nehatine pêçandin û wê qîrkirina daxwazên xwe yên aştî û azadiyê bidomînin.    'EM HER ROJ EDALETÊ WINDA DIKIN'   Mehmet Ozcan ku ji her du piyên xwe birîndar bûye û bi gopal  jiyana xwe didomîne, diyar kir ku bi hezaran kesî re ji bo daxwaza edalet, maf û hiqûqê li Qada Stasyonê bûne. Ozcan, bi bîr xist ku pê re 400 kes birîndar bûne û ev tişt got: "Li cem me 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Me li erdê piyên jêkirî yên mirovan dît. 8 sal in di piyê min de platîn heye, bi daran dimeşim."   Ozcan, diyar kir ku wan dixwest edalet bê lê her roj edaletê winda dikin û xwest ku berpirsyar û piştgirên komkujiyê bên darizandin.    'KESÊN KOMKUJIYÊ KIRINE BILA BÊN DARIZANDIN'   Di berdewamê de Ozcan, got ku wê dev ji lêgerîna xwe ya aştiyê bernedin û wiha axivî: "Min zanibûna bombe biteqe jî ez ê biçûma mitîngan. Me êş kişand lê bila kesên van komkujiyan kirin jî bên darizandin. Bila mafê me ji wan bê pirsîn."   DESTNÎŞANKIRINA AŞTÎ Û AZADIYÊ   Riza Ozden ku ji navçeya Erxenê bi daxwazên xwe yên aştî û azadiyê hatibû Qada Stasyonê û piyê xwe yê çepê birîndar bûbû jî ev tişt anî ziman: "Em bi berdewamî bibêjin  aştî û azadî. Tenê daxwaza me avakirina jiyaneke aştiyane û azadîxwaz e."