HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî 2023-06-05 12:40:18   ENQERE - HDP’ê kesên di komkujiya 5’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anî.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera komkujiya 5’ê Hezîrana 2015’an Amedê ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû kirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. Di parvekirina xwe de HDP’ê wiha got: “Em rêhevalên xwe yên di êrişa bombeyî ya di Mitînga Mirovahiya Mezin a 5’ê Hezîrana 2015’an a Amedê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî û biminet bi bîr tînin. Heta ku kesên rê dayîn van êrişan û êrişên li dijî gelê kurd organîze dikin hesabê didin jî dê têkoşîna me bidome.”