Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin 2023-06-05 12:47:07   AMED - Danişîna doza Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen bi sedema xwe li benda “biryara girtinê” bigirin hate taloqkirin.    Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi hinceta nûçe û nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin, derheqê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkiririn.   Danişîn, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Rojnameger Olçen ku derheqê wî de biryara girtinê heye û parêzer tev li danişînê nebûn. Dozger, xwest ku xwe li benda biryara girtina Olçen bigirin û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Dadgehê jî biryar da ku xwe li benda biryara girtina Olçen bigirin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Danişîna dozê taloqî 2’yê cotmehê hate kirin.