Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn 2023-06-05 14:13:34 STENBOL - Onur Can Yaser ku di dema binçavkirinê de rastî lêgerîna tazî û îşkenceyê hat, ji ber vê rewşê întîhar kiribû. Di doza Can de 4 polîs tên darizandin û li her polîsekî 6 sal cezayê hefsê hate birîn.    Onur Can Yaser di dema binçavkirinê de rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat û gef lê hatin xwarin. Yaser, piştre ev rewş ranegirt û xwe kuşt. Têkildarî bûyerê doz hate vekirin û derheqê 4 polîs û kesekî pispor de bi sedema “sextekariya di belgeyên fermî de” doz hate vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 41’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin.    XWEST DI SÎNORÊ HERÎ JOR DE BÊN CEZAKIRIN   Di danişînê de ji ewil xwişka Can, Ezgî Sevgî Can axivî û got ku sûcên hatine kirin êdî ewqas şênber bûne ku nema dikare bên veşartin. Can, xwest ku polîsên bersûc ji ber sûcê “sextekariya di belgeyên fermî de” di sînorê herî jor de bên cezakirin. Her wiha Can xwest ku cezayê bersûcên din jî neyên daxistin. Can, got ku qeydên kameraya odeya jêpirsînê bi zanebûn hatine tunekirin û hemû şahidan lêgerîna tazî, muameley xerab û biçûkxistinê bi wê re parve kirine. Can got ku qeydên kamerayê jî bi zanebûn hatine tunekirin.    PARÊZER ERDEM: SÛC LI DIJÎ CIVAKÊ HATIYE KIRIN   Parêzerê malbatê Mehmet Umît Erdem jî diyar kir ku polîsên bersûc ne tenê li dijî muwekîlê wî lê di heman demê de li dijî tevahiya civakê sûc kirine. Erdem, bi bîr xist ku polîsan belgeyên sexte amade kirine û pêşkeşî dozgeriyê kirine. Erdem, da zanîn ku dema Can di bin çavan de kesekê bi navê Yavuz Koç jî di bin çavan de bû, weke şahid lê hatiye guhdarîkirin û ev kes jî rastî lêgerîna tazî hatiye. Erdem, got ku teqeze ku îşkence li Can hatiye kirin, îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye û polîsan bi belgeyên sexte hewl dane vî sûcî veşêrin.    Parêzer Gokçe Duygu Koksal jî got ku Can ji ber tiştên bi serî wî hatin întîhar kiriye. Koksal, xwest ku ji ber vê sedemê jî dixwaze serlêdana sûc bike.    Dozger jî mutalaaya ku tê de ceza dixwaze dubare kir.    Dadgehê piştî navberê biryara xwe da. Dadgehê got ku Serdozgeriya Komarê ya Fatîhê di sala 2010’an di lêpirsîna “di belgeyên fermî de sextekarî” ji bo Hakan Aydin, Muhmamet Ongun, Onur Ulker û Yunus Başay biryara neşopandinê daye lewma nikarin ji vî sûcî ceza bidin.    Lê dadgehê ji ber sûcê “xerakirina belgeya fermî, tunekirin û veşartinê”, li heman polîsan ji bo her yekî 6 sal cezayê hefsê da. Dadgehê ji bo kesê pispor Zafer Kokdemîr jî biryara beraetê da.    DOSYA JI DOGER RE ŞAND   Dadgehê ji bo tawanbariya parêzeran a sûcê “îşkenceyê” jî got ku biryara wê dê Serdozgeriya Stenbolê bide û dosya ji bo dozgeriyê şand. Xwişka Can, Ezgî Sevgî Can jî bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Lane li edaleta we be.”    BERTEK NÎŞAN DA   Piştî biryarê jî Ezgî Sevî Can, parêzeran û hevalên Can li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Parêzeran got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin û ji bo lêpirsîna îşkenceyê têkoşîna xwe bidomînin.