ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-06 09:00:13   * Parêzer Îsmaîl Hakki Atal bi lêv kir ku piştî hilbijartinê ji bo kana komirê ya tê xwestin li Daristana Akbelenê were vekirin zext zêde bûne û diyar kir ku dê giliyê dozgerên ku xebitîna li dijî rêziknameyê ya şîrketê dengê xwe nakin, bikin.   * Endamê YK ya ÎTO’yê Saffet Ercan diyar kir ku li welat li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayeke tundiyê heye û wiha got: “Li welatekî ku hiqûq nayê naskirin, makeqanûn tune tê hesibandin kedkarên tenduristiyê dê nesikinin.”   * Derket holê ku di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de Midûr Emniyetê û amirê TEM’ê jî di nav de, komekê tiştên di mal û kargehan talan kirine û ev tiştên dizîn firotine.    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku AKP ji bo tesfiyekirina gelê kurd di nava hewldana pêşxistina rêbazên nû de ye û wiha balê dikişîne ser hêzên kûr ên li pişt Hîzbûllahê û planên wan û wiha got: “AKP hewl dide Hamasa kurd ava bike.”    * Hate hînbûn ku di mirina girtiyê nexweş Behçet Kaplan ê ku piştî teşhîsa penceşêrê li girtîgeha ku lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da de, gelek nelirêtiyên rêveberiya girtîgehê hene.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin, dê di roja 806’emîn de berdewam bike.    * Meclisa Partiya Çepên Kesk ji bo xeta têkoşîna polîtîk diyar bike wê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDΠ   * Partiya Çepên Kesk wê namzeta/ê xwe yê ji bo Serokatiya Meclisê ji Sekreteriya Meclisê re ragihîne. (13.30)