Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya 2023-06-06 10:06:55   AMED - Li navçeya Peyasê avahiyeke ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştibûyê û hatibû valakirin, hilweşiya.    Di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de li navçeya Peyas a Amedê xesareke mezin gihiştibû avahiyeke 8 qet. Avahiyê ku hatibû valakirin, hilweşiya. Ji bo hilweşandina Apartmana Abdullah a 8 qat ku li kolana 231’an bû, di 3’yê hezîranê de xebatên hilweşandina bikontrol hatibû destpêkirin. 5 qatên avahî hatibû rûxandin û 3 qatên din jî saet derdora 21.00’an de ji ber xwe hilweşiyan. Piştî ku kesên li derdorê agahî dan, ekîbên polîsan, AFAD, tenduristî û kesên ji hilweşandinê berpirsyar li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di dema hilweşînê de zirar negihişt tu kesî.