Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin 2023-06-09 11:46:14   ENQERE - Dadgehê daxwaza berdana siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin red kir.    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Danişîn ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Şandeya dadgehê biryara lêkolînkirina girtina siyasetmedaran eşkere kir.   Şandeya dadgehê daxwaza berdana siyasetmedaran û rakirina tevdîrên kontrola edlî ya li ser siyasetmedarên negirtî ku didome red kir. Her wiha şandeya dadgehê biryar da ku ji bo şertê kontrola edlî derbarê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder de bê rakirin xwest muzakere ji bo Meclisê bê nivîsandin. Dadgehê got piştî bersiva Meclisê dê rewşa derbarê Onder de binirxîne.    Danişînek din a Doza Kobanê taloqî 3’yê tîrmehê hat kirin.