Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin 2023-06-09 12:49:42   ÎZMÎR - Li navçeya Gazîemîrê ya Îzmîrê kesê bi navê Mustafa Yilmaz hevjîna xwe Nermîn Yilmaz qetil kir.    Li navçeya Gazîemîrê ya Îzmîrê kesê bi navê Mustafa Yilmaz (43) hevjîna xwe Nermîn Yilmaz (40) bi sîlehê qetil kir. Kujer paşê jî sîleh berê xwe da û xwe kuşt. Cîranan xeber da tîmên tenduristiyê û polîsan û sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku her du jî mirin e. Cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.