Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e 2023-06-09 13:21:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya li Silêmaniyê êrişeke suîqestî pêkhat. Hat zanîn ku navê kesê êriş lê hatî kirin, Hûseyîn Arasan e û xelkê Mêrdînê ye.   Li Silêmaniyê dijî endamek Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê êrişeke sûqestî pêkhat. Gorî agahiyan 3 gule li bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya diktoran de ye.   Êrişa sûqestî li ber derê komeleyê pêk hat û nayê zanîn êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin.    Li gorî agahiyan navê kesê êriş lê hatiye kirin, Huseyîn Arasan e û xelkê bajarê Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê ye. Arasan li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di sala 1978’an de ji dayîk bûye. Li gorî agahiyan Arasan ji ber doza siyasî demek bû ji neçarî derbasî başûrê Kurdistanê bûbû û li Silêmaniyê dima.