Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da 2023-06-10 08:27:19   MÊRDÎN - Li navçeya Artûklû Ahmet Kurt ê li înşaetê dixebitî panoya hesin bi ser ket û jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê li înşaetekê panoya hesin bi ser karkerekî de ket. Hat zanîn ku pano bi ser karkerê bi navê Ahmet Kurt ê 19 salî de ketiye û bi giranî birîndar bûye. Kurt bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest daye.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.