Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin 2023-06-10 14:47:23   ENQERE - 104 kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan di meha 92’yemîn de hatin bibîranîn. Di bîranînê de ji bo danişîna doza di 15’ê hezîranê de bê lidarxistin bang hate kirin.    104 kesên di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Gara Enqereyê hatin bi bîr anîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ve hate kirin de malbat û xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên qurbaniyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser bûn hate vekirin. Bîranîna di meha 92’yemîn de hate kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir.    BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ     Seroka Komeleya 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakinci Coşgûn a di bîranînê de axivî, banga xwe ya edaletê dubare kir. Coşgûn, bal kişand ku 92 meh in edalet bi cih nehatiye û ji bo danişîna doza di 15’ê hezîranê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Helbestvan Mehmet Bayramkaya, piştî daxuyaniyê helbesta bi navê “Mar dibin tav (Yılanlar Güneş Olur) xwend.