Agir bi 700 donim zeviyê genim ket 2023-06-10 20:49:44   AMED – Di navbera Sûr û Bismilê de agir bi 700 donim zeviyê genim ket.    Agir bi zeviyê genim ê di navbera gundê Kevneçar, Qesel û Hanpazarê yên di navbera navçeyên Sûr û Bismilê de, ket. Ji ber bayê agir di demeke kurt de berbelav bû. Li gor agahiyên bi dest ketin, zeviyê ku şewitiye nêzî 700 donimî ye.    Tê gotin ku ji ber cixareyeke ku ji wesayîtekê hatiye avêtin, agir bi zeviyê ketiye.