Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin 2023-06-11 09:00:14   RIHA - Welatiyên Rihayê ku encamên hilbijartinê nirxandin, bal kişandin ser kêmasiyên di wê pêvajoyê de hatine kirin û rêyên çareseriyê. Rihayiyan got ku muxatabê çareserkirina pirsgirêkan jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.     Piştî hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê nîqaşên der barê encamên hilbijartinê de didomin. Di hilbijartinan de herî zêde desthilata AKP-MHP'ê deng wergirt û di dora 2'yan a hilbijartina Serokkomareye de jî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi serket. Partiyên muxalîf ji ber van encamên hilbijartinê di nava liv û tevgerê de ne. Partiya Çepên Kesk jî di hilbijartina giştî de bi giştî ji sedî 8.80 deng girtibû û 62 parlamenter şandibûn meclisê. Li ser encamên hilbijartinê Partiya Çepên Kesk û HDP'ê dest bi xebatan kirin û pêvajoyeke rexne û xwerexnekirinê dan destpêkirin. Partiya Çepên Kesk û HDP'ê di vê pêvajoyê de wê rexne û nirxandinên gel esas bigre û wê li gor rexne û nirxandinan xwe jinûve ava bike.   Me li Rihayê ku Partiya Çepên Kesk ji sedî 24,85 deng wergirtibûn û 4 parlamenter şandibûn meclisê, têkildarî encamên hilbijartinê guh li rihayiyan kir.    'PIRANIYA NAMZETAN TIRK BÛN'   Welatiyê bi navê Huseyîn Karadenîz (18) wiha got: "Min dixwest di hilbijartinê de ev deshilat biguhere. Cara yekem min deng bi kar anî. Ev çend sal in ev desthilat e. Berê di Partiya Çepên Kesk de piranî kurd dibûn namzet. Ji ber wê jî deng distandin lê niha piranî ne kurd bûn, ji ber wê jî deng çûn ji AKP'ê re."   'KURDÊN NEÇEPGIR ÇIMA DENGÊ XWE BIDIN?'   Welatiyê bi navê Îsmaîl Guluogullari destnîşan kir ku piştî hilbijartinan krîza aboriyê zêdetir bûye û got ku li welet xizanî pir e û qet baweriya wî ji desthilatê tune ye. Gulluogûllari polîtikayên Partiya Çepên Kesk jî rexne kir û wiha got: "Ez bi xwe ne çepgir im lê Partiya Çepên Kesk bi navekî çepgir ket hilbijartinan yanî kurdên neçepgir çima deng bidin? Nav pir girîng e divê navekî ku ji hemû kesan di nav xwe de dihewîne bibe."   'ÇARESERÎ OCALAN E'   Welatiyê bi navê Ersan Akça jî destnîşan kir ku divê HDP û gel li ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rawestin û wiha pê dê çû: "Ji bo Rojhilata Navîn rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan girîng e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu tişt çareser nabin. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê Serokê kurdan e, serokê hemû Rojhilata Navîn e. Çareserî Ocalan e. Tirkiye nikare bi polîtikayên şer û qîrkirinê tu encaman bi dest bixe."   'PIŞTGIRÎ JI BO CHP'Ê XELET BÛ'   Welatiyê bi navê Mehmed Kiskanç jî diyar kir ku argumanên muxalefetê ji bo têkbirina desthilata AKP'ê têr nedikir û polîtikayên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartine jî wiha rexne kir: "Partiya Çepên Kesk piştgirî da Serokkomarê CHP'ê Kiliçdaroglu lê tu taahût an jî sozek negirt. Anku tenê bi gotina bila ev desthilat têk biçe, çi dibe bila bibe siyaset nayê kirin. Gel jî piştgiriyê nade, divê li dijî desthilatê li gor xwestekên civakê arguman hebûna, lê ev jî tune bûn. Tenê li ser têkbirina Erdogan siyaset hat kirin. Xeletiya Partiya Çepên Kesk a herî mezin piştgiriya ji bo CHP'ê û Kiliçdaroglû bû. Anku kesên ku te qebûl nake û tu taahûdê nade te, tu çima piştgiriyê wan dikî?"   Kiskanç anî ziman ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî aştiyek pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rêveberên dewletê û kurd hevdîtinan bikin ku aştiyek pêk were. Ji bo kurdan muxatab Ocalan e. Çareserkirina pirsgirêka kurd bêyî Abdullah Ocalan nabe."   'PARASTINA MAFÊ JINAN Û CIWANAN'   Yildiz Çelîkê jî bal kişand ser daxwezên jinan û ev tişt anî ziman: "Partiya Çepên Kesk hem xitabî jinan hem jî ciwanan dikir, lê li Rihayê ji ber ku hêviya jin û ciwanan tuneb û neçûn ser sindoqan. Sedema vê yekê jî Partiya Çepên Kesk parastina mafê jin û ciwanan de qels ma."    'PARTIYA ÇEPÊN KESK DIVÊ DI NAVA GEL DE BÛYA'   Ramazan Atiş (18) ku cara yekem raya xwe avêtiye diyar kir ku encamên hilbijartinê ne li gor dilê wî bûne û ev tişt bi lêv kirin: "Li vî welatî pirsgirêka krîza aborî û demokrasiyê heye ji ber vê yekê min jî dixwest desthilat biguhere. Partiya Çepên Kesk jî pir daneket nava gel, xwestekên ciwanan û gel baş guhdar nekir, ji ber vê jî rayên wê kêm bûn."   Ahmet Satişê raya xwe daye AKP'ê jî muxalefetê rexne kir û got ku tenê li ser têkçûyina Erdogan siyaset nayê kirin.    MA / Mahmût Altintaş  - Ceylan Şahînlî