Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû 2023-06-11 11:31:38   ÎZMÎR - Huseyîn Arasan li Silêmaniyeyê di encama suîqestekê de hate qetilkirin. Arasan, 16 salan di girtîgehê de ma lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Malbata Arasan, diyar kir ku bi yekitiyê dikare rê li ber van êrişên were girtin.    Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê li pêşiya avahiya komeleyê rastî suîqestê hat û bi giranî birîndar bû. Arasan, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji qetilkirina Arasan, MÎT û rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê Parastin tên berpirsyar tên dîtin.  Ji 16’ê îlona 2021’an heta niha di encama êrişên bi vî rengî de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.    ÇÎROKA ARASAN    Malbata Arasan, ji ber mercên nebaş ên aboriyê di sala 1974’an de ji gundê Dengîza yê navçeya Stewr a Mêrdînê koçî Îzmîrê kir. Arasan, di 4’ê nîsana 1978’an de li Îzmîrê ji dayik bû. Ciwantiya Arasan li Îzmîrê derbas bû. Carnan li bazaran xebitî û carnan jî li ser înşaetan. Li hêla din jî tev li xebatên partiya siyasî bû. Kekê wî Hasan Arasan, di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Piştî vê tevlibûnê jî Arasan hîn çalaktir tev li xebatên partiya siyasî bû.    16 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA    Ji ber xebatên siyasî, di sala 1999’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Di sala 2006’an de Qanûna Ceza ya Tirk hate guherandin û Arasan hate berdan. Lê têkoşîna xwe domand. Arasan, îcar jî di çarçoveya “Doza Sereke ya KCK’ê” de li Sêrtê hate binçavkirin, 5 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Arasan, piştre dîsa hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Ji wir jî sewqî Girtîgeha Orduyê hate kirin û piştî 2 sal û nîvan hate berdan.    Arasan bi giştî 16 salan di girtîgehê de ma. Di sala 2019’an de jî derbasî Yewnanistanê bû û ji wir jî çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Li vir bû endamê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê. Di 9’ê hezîranê de jî di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest da.    Xwişk û birayên Arasan ên bi navên Hatîce û Mahsûn Arasan ku li Îzmîrê dijîn, têkildarî birayê xwe bi ajansa me re axivîn.    SÛÎQESTÊN SÎSTEMATÎK    Hatîce Arasan got ku 2 salan tu agahî ji kekê we nedigirtin û wiha got: “Em ji ber mirina wî gelek êşiyan. Tiştekî pir nexweşe ku kekê min bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de tevî kekê min bi giştî 6 kes di encama sûîqestan de jiyana xwe ji dest dan. Divê êdî pêşî li ber vê were girtin. Milet li wir bi awayekî sîstematîk rastî sûîqestan tên. Heke ev rewş bi vî rengî bidome, dê hêj gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Divê siyasetmedar êdî rê li ber vê rewşê bigirin. Bila mirov êdî vê êşê  nekişînin. Di nava 40 salan de gelek kes hatin qetilkirin. Xelk ji cih û warên xwe bûn. Bila êdî mirin çênebin. Em dixwazin berpirsyarên kuştina kekê min bên girtin. Heke li vir mirov rastî êrişan bên, ev êriş dê li her derê belav bibin. Çi dibe bila bibe, birayê min bi hovane hate qetilkirin. Ji pişt ve hate qetilkirin. Bila êdî pêşî li van kuştinan bigirin û mirov nemirin.”    DÊ LI SILÊMANIYEYÊ BÊ DEFINKIRIN   Mahsûn Arasan jî bertek nîşanî sûîqestên li Başûr tên kirin da û ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî van êrişan bibin yek. Hêvîdarim ku mirina kekê min bibe mirina dawî û êdî dilê tu malbatan neşewite. Banga min li her kesî ew e ku rê li ber van kuştinan bigirin.”    Malbata Arasan dê li navçeya Bucayê şîna xwe deyne.    MA / Delal Akyuz