Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin 2023-06-11 12:15:17   ÊLIH - Hunermendê bi navê Dildar Didêrî, ji hêla kesên weke polîs tên zanîn ve hatibû revandin. Li Didêrî hatibû xistin û gefa kuştinê lê hat xwarin.    Hunermend Dildar Didêrî (Alî Çetînkaya) li navçeya Bismil a Amedê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û piştre jî gefa kuştinê lê hate xwarin. Li ser vê yekê Çetînkaya serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê da. Çetînkaya, têkildarî bûyera jiyayî bi ajansa me re axivî.    RADESTÎ KESÊN NASNAMEYA WAN NEDIYAR HATE KIRIN    Didêrî, da zanîn ku çûbû serdana xizmên xwe yên li Bismilê û dema dixwest vegere Êlihê, di rêya otogarê de polîsan rêl i ber girt û wiha domand: “Dema ez çûm garaja navçeyê, 3 polîsan rê li min girtin, nasnameyên xwe nîşan dan û li wesayîtê siwar kirin. Van kesan ez nebirim emniyetê. Radestî 3 kesên din ên di wesayîteke din de kirin. Plakaya vê wesayîtê nebû. Ez birim devera Kerxê. Zeviyeke vala bû û li derdorê tu kes nebû.”     Bi domdarî Didêrî wiha got: “Ez 4 saetan li wir hatim ragirtin. Li wir ji min pirs kirin û dema min bersiva wan nedayî jî nêzî nîv saetê êrişên fîzîkî û devkî kirin. Ez li erdê dirêj kirim û qirika min şidandin. Dema ez bi telefonê diaxiviyam hatim binçavkirin. Lewma telefona min bêyî şîfre di destê wan de bû. Hejmarên di telefona min de û kes ji min pirsîn. Dema min bersiva wan nedayî jî xwe hêrs kirin. Ji min re gotin; ‘Tu çima têy Amedê, em dikarin te li vê çolê bi rehetî bikujin. Haya tu kesî jê çênabe ku tu li vê derêyî. Tu ji me re bibe alîkar da ku em jî ji te re bibin alîkar. Em dewlet in, tu çima me biçûk dibînî.’ Piştî van gotinan jî li min xistin.”    SERÎ LI ÎHD’Ê DA    Didêrî got ku piştî 4 saetan ew avêtin rex rêyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştre ez çûm ÎHD’ê û min serlêdan kir. Êrişên li dijî min, êrişên li dijî çand û hunera kurdî ye. Xebatên me li ser ziman û çanda kurdî ye. Lê tehemûla vê nakin û êrişî me dikin.”    MA / Fethî Balaman