ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-12 09:00:11 * Di encama qirkirinên siyasî yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê de heta niha herî kêm 82 kes li Şirnexê hatin binçavkirin û ji wan 13 jê hatin girtin. Hevserokê HDP'a Cizîrê Mesût Nart got ku ev operasyon li dijî daxwaza guherînê hatine kirin û divê tu kes bêdeng nemîne.    * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê ji peywîrê hatiye wergirtin, diyar kir ku bi dersên ji hilbijartinên meha gulanê bên wergirtin divê bi awayekî xurt ji rêveberiyên herêmî re amadekarî bên kirin û wiha got: “Ne pêkane ku di bingeheke ne bawer de jinûve avakirinek bê kirin.”   * Serokê ÇEV-DER’a Wanê Alî Kalçik da zanîn ku ji Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê ku li dijî qirêjiyê hatiye avakirin, di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê.    * Xwendekarên zanîngehê diyarkirin ku ji bo bixwînin neçarin bixebitin û anîn ziman ku ew nikarin bi hêviyekê li pêşerojê binêrin.    * Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku faşîzm wê li kolanê were têkbirin û diyar kir ku dê di pêvajoya nû de bi perspektîfa rêya 3’yemîn wê xeta têkoşînê bihûnin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 812'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku ji wezîfeyê hat girtin ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya dema ku Seroka Komeleya Jinan a Rosayê bû lê hatibû vekirin dê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar dê di salvegera 7'emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Rihayê were bibîranîn. (11.00)