Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar! 2023-06-12 10:14:47 MÊRSÎN - Derbarê karkerên kurd ên li navçeya Sîlîfkeyê ji aliyê kesên gotin “ev terorîst in” ve hate xwestin bên lînckirin de bi îdiaya “Birîndarkirina hesan a biçekê” doz hate vekirin.    Di 12’ê îlonê de li Taxa Sokun a navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê Bûrhan Avci bi traktorê li wesayîta karkerên kurd ên li ser îskeleya serayê dixebitiyan da. Ajokarê traktorê Burhan Avci piştî qezayê hewl da ji cihê bûyerê bireve. Karkerên kurd jî hewl dan ajokarê traktorê bidin sekinandin û li ser vê yekê ajokar Avci berê traktorê da karkeran û xwest wan bipelçiqîne. Avci piştre jî çû meydana gund, qêriya û bi gotina “Ev terorîst in, dê min bikujin” alîkarî xwestibû. Li ser vê bangê, şêniyên gund li meydana gund kom bûn û xwestin karkerên kurd lînc bikin.   Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê lêpirsîna xwe ya têkildarî bûyerê temam kir. Dozger, derbarê karkerên kurd, Îdrîs Îder, Mehmet Îder, Mûstafa Îder, Nûrettîn Erez û Ramazan Erez ên ji aliyê Avci ve hate xwestin bên lînckirin de bi îdiaya ““Birîndarkirina hesan a biçekê” îdianame amade kir. Îdianame, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Sîlîfkeyê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil wê di rojên pêşiya me de bê dîtin.   FERQ NEKIRIYE KU LI WESAYÎTÊ DAYE!   Di îdianameya ku karker weke bersûc, gundî jî weke muştekî tê de cih digirin de hate diyarkirin ku Avci bi deriyê traktorê li wesayîta karkeran a bi markaya Volkswagen Transporter a bi pîleqeya 31 KJJ 088 daye, ji cihê bûyerê reviya ye û karker li pey traktorê çûne li ber qehwexaneya gundê Sokun bi Avci, bavê wî Metîn Avci û Mûstafa Tok re şer kirine. Avciyê ku di îdianameyê de cih da îfadeya wî îdia kir ku bi traktorê silaja garisan dibir ji ber dengê traktorê ferq nekiriye ku deriyê piştê li mînîbusê ketiye û rêya xwe berdewam kiriye. Avci îdia kir ku mînîbus bi piştê ve nêzî wî bûye û kesan ji nava wesayîtê bi çakûçên serê wan plastîk avêtinê û îdia kir ku şêniyên gund ji bo bikevin navbera şer hatine cihê bûyerê. Bavê Avci, Metîn Avci jî îdia kir ku piştî hîn bû ku li kurê wî hatiye xistin çûye ber deriyê qehwexaneya gund û karkeran li wî jî daye.    ÎFADEYÊN KARKERAN   Karkeran di îfadeyên xwe de sûcdariya derbare wan de qebûl nekirin û dan zanîn ku Avci li wesayîta wan daye, reviyaye çûye qada gund û li wir ji gundiyan re gotiye ‘ev terorîst in dixwazin min bikujin’. Yek ji karkeran Îdrîs Îder got ku Avci ji gundiyan re got “ev terorîst in dixwazin min bikujin” û kesên li wir jî ji wan re gotine “Ev der bajarê me ye hûn ji ku hatibin herin wir”. Îder, da zanîn ku pişt re êriş li wan hatiye kirin û li dijî êrişê xwe parastine.   Di îdianameyê de hate îdiakirin ku kamerayên li cihê bûyerê û derdora wê naxebitin. Di îdianameyê de bal hate kişandin ku rapora derbê hatiye wergirtin û çakûçê serê wî plastîk weke çek hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de hate gotin ku “(…) gilîkar hatine derbkirin, raporên dawî yên bijîşkan li gorî îfadeyên kesên gilîkarin, gumanbaran bi daxwaza beşdariyê tevgeriyan e û ji ber vê encamê hemû weke sûcdarên hevpar berpirsyar in, baş nehatiye tespîtkirin ku kê li glîkaran xistiye û li gorî hikmên darazê divê gumandar 2 caran ji ber sûcê jê tên sûcdarkirin bên cezakirin.”   Di îdianameyê de derbarê Mehmet Îder, Bûrhan Avci, Îdrîs Îder, Ramazan Erez, Nûrettîn Erez û Mûstafa Tok de ji ber sûcên “heqaret” , “birîndarkirina biqestî” û “gefan” biryara neşopandinê hate dayîn.    Her wiha hate hate zanîn ku lêpirsîna derbarê Metîn Avci de tê birêvebirin berdewam dike.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen