Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin 2023-06-12 11:02:21 STENBOL - Sibe dê têkildarî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, krîza navneteweyî û bandora wê li Beyrûdê komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk” were lidarxistin.    Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirrengî, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT sibê li paytexta Lubnanê Beyrûdê komxebatekê li dar dixe.   Komxebat bi dirûşma "Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêya ber bi aştiyê ve" tê lidarxistin. Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lûbnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Efrîqaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê wê zêdetirî 80 hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bibin.   Komxebat dê sibe dest pê bike û di êvara 14'ê hezîranê de bi dawî bibe. Tê payîn ku di komxebatê de 4 rûniştin bên lidarxistin.    BERNAMEYA ROJA YEKEMÎN   Di roja yekemîn a komxebatê de dê sekretêrê giştî û damezirînerê Platforma Federal a Daîmî ya Lubnanê Alferd El Reyaşî û mêvan axaftinan bikin. Piştre dê mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn werin nîqaşkirin. Rûniştina yekemîn bi sernavê "Aloziya global û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn" e. Di rûniştinê de dê aloziya global, sedem û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê werin nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêka rêvebertiyê li Rojhilata Navîn were şîrovekirin.   Rûniştina duyemîn bi sernavê "Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê" ye. Dê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê werin nîqaşkirin.   BERNAMEYA ROJA DUYEMÎN   Di roja duyemîn a komxebatê de dê du rûniştin bên lidarxistin û encamname were derxistin.   Rûniştina sêyemîn dê bi sernavê “Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn” bê lidarxistin û dê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê werin şîrovekirin û sinevîzyonek li ser şoreşa jinê were pêşandan.   Rûniştina çaremîn wê bi sernavê "Ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve" were lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî wê stratejiya hevpar a ji bo avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şîrovekirin.   Herî dawî jî dê encamnameya komxebatê were eşkerekirin.