ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2023-06-12 12:54:20 STENBOL - ÎSÎG’ê di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê de raporek parve kir û got ku di serdema AKP’ê de herî kêm 888 zarokên hatine xebitandin jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Ewlekariya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) di çarçoveya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê de raporek parve kir. Di raporê de hat gotin ku di serdema îktîdara AKP’ê de 888 zarokên hatine xebitandin jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşankirin ku li şûna ku zarok li park û dibistanan bin, di bin cendereya cînayetên kar de hatine hiştin û ev tişt hatin gotin: “Polîtîkayên çandinî, pîşesazî, perwerde û civakî yên AKP’ê dike ku zarok roj bi roj bêhtir bên xebitandin. Li rexa din jî weke ku ‘zarokên karker’ tune bin tevdigere û hewl dide vê rewşê veşêre. Divê xebitandina zarokan were qedexekirin û cezayên giran bên dayîn.”