Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn 2023-06-12 13:10:57   AMED - Li ser rêya di navbera Amed û Rihayê de qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Şev din li ser rêya di navbera Amed û Rihayê de kamyonekê li TIR’a bi plakaya 34 BAK 122 bacan lê barkirî da.  Hat zanîn ku TIR parkkirî bû û kamyonê ji pişt ve lê xistiye. Di qezayê de ajokarê kamyona ku plakaya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.    Cenazeyê ajokarê kamyonê asê mabû û ekîbên agirkujiyê ji wesayîtê derxistin. Welatiyên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.