Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN 2023-06-12 14:16:40 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jinûve hat darizandin lê nehat berdan. Mizrakli, di danişînê de wiha got: “Me serî netewand û dê netewînin.”  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “Endamtiyar rêxistin” hatibû darizandin û 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. Lê belê 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû. Danişîna ewil a jinûvedarizandina Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Mizrakli, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Mizrakli Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal jî di danişînê de amade bûn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedaran jî danişîn şopandin.    PARASTINA MIZRAKLI    Mizrakli, têkildarî îdiayên li ser wî tên kirin parastina xwe wiha kir: “Ji ber îfadeyên derewkarekî yên 4 sal berê hatim girtin. Di wê baweriyê de me ku weke şandeya dadgehê hûn ewqas bikêr in ku rastî û derewê ji hev cuda bikin. Dizanim ku kesên li ser îfadeyên heman îftîrakarî hatibûn girtin, hatine berdan. Lê ez 4 sal in girtî me û ev yek nîşan dide ku ev rewş pir bi ser teqdîra hiqûqî ya dadgeha we ye. Ev rewş bi hiqûqê nayê vegotin. Ev, dozeke kompasê ye.    ‘EM BI PERGALEKÎ TAYBET HETA ÎRO HATIN’   Mizrakli, bal kişand ser bêhiqûqiyên di pêvajoya dozê de û ji Lijneya Dadger û Dozgeran re şandiye û li vir bal kişand ser biryara “şîretê” û wiha got: “Ma ez ku dera vê sererast bikim? Di vê dozê de hiqûqeke taybet, pergaleke taybet hatiye avakirin û heta îro em hatin. Heke we di vê dozê de biryara beraetê dabûya, nedikariyan pergala qeyûman bidomînin. Di hiqûqê de vîdayekê eyarê heye. Mîna pêvajoya niha em dijîn. Li vê derê ez û ev doz dibin vîdayê eyarê yê hiqûqê. Sedema temamiya vê pêvajoya darizandinê û bêhiqûqiyan neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”   ÎTÎRAFÊN SOYLU BI BÎR XIST   Mizrakli, gotinên Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu yên “Ez bûm wezîrê karên hundir. Serokwezîrê me bangî min kir û got; ‘Suleyman, ez şaredariyên HDP’ê yên başûrê rojhilat ên HDP’ê, ji şaredariyên PKK’ê aciz im. Ji ber ku ev zarokan dişînin çiyê. Bacên dewletê ji PKK’ê re dişînin. Ew jî weke gule li Mehmetçîkên me vedigerin. Tu dê tavilê van ji peywirê bigirî.’ Yaw daxwaza min çavek bû lê Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj ketin navberê, saet di 8’ê de me tevek ji peywirê girtin.” bi bîr xist. Mizrakli, wiha pê de çû: “Ev doz, li ser daxwaza otorîteya siyasî hate vekirin. Îktîdarê ji bo tayînkirina qeyûman ji ewil hincetên ‘ji rêxistinê re pereyan dişînin’ û ‘kirariyên bêusulî’ nîşan da. Mifetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir peywirdar kir. Van mifetîşan rapor amade kirin û gotin ku tu tiştek nehatiye bidestxistin.    Piştî ku min dest bi peywirê kirî derheqê min de dest bi agahiyên manîpûlatîf kirin. Êdî gotinên manîpûlatîf û rastiyê cihê hev girtin. Serçeteyê girêdayî dewletê Sedat Peker derheqê rojnameger Hadî Ozişik de hinek îfşa kiribûn. Ozişik derheqê min de îdiayên weke ‘ji rêxistinê re pereyan dişîne’ û ‘endaman bo çiyê dişîne’ kiribû. Lê ev tevek jî derew in.    Ez li ser îfadeyên şahida eşkere Hîcran Berna Ayverdî hatim girtin. Ayverdî dibêje; ‘me emeliyatxane amade kir, agahî da Selçûk Mizrakli, hat û emeliyat kir.’ Weke bijîşkekî heta ez muayeneyê nekim, teşhîsê nekim û rêbazê diyar nekim nikarim emeliyatê bikim. Gelo di rewşekî wiha de ez ê çawa biçim nexweşekî emeliyat bikim? Ev yek tiştekî deraqilî ye. Nexweşxane ne cihekî wisa ye ku her kes were û biçe. Îcar emeliyatxane hîç cihên wisa nînin.”    “ME SERÎ NETEWAND Û DÊ NETEWÎNIN”    Mizrakli, bal kişand ser şêweyên bidarvekirina pêşengên kurdan û helwesta wan a “serî netewandinê” û wiha got: “Berxwedêriya me jî ji wir tê. Me tu carî serî netewand û dê netewînin jî.”    ‘KURTEYA DOZÊ GOTINÊN SOYLU NE’   Piştre jî parêzeran parastin kirin. Parêzer Cîhan Aydin gotinên Soylu yên berê yên têkildarî qeyûman bi bîr xist û got ku ev gotin kurteya vê dozê ne. Aydin, da zanîn ku bi îdiayên weke “ji rêxistinê re endam şandine”, “ji bo kolandina hendekan wesayîtên şaredariyê bi kar anîn” û bi îfadeyên şahida eşkere Berna Ayverdî re operasyoneke manîpulasyonê tê kirin. Aydin, bi bîr xist ku kesên li ser îfadeyên Ayverdî hatin girtin piştre hatine berdan û ev tişt anî ziman: “Lê Selçûk Mizrakli girtî ye. Ji ber ku ev ne doza sûc û ceza ye lê doza qeyûm e. Dadgeha Bilind doz betal kir. Divê dadgeh nêrîna xwe biguherîne.”    ‘DOZEKE SIYASÎ YE’   Parêzer Muhsîn Bîlal jî got ku hêza sereke ya li pişt vê dozê, otorîteya siyasî ye û dozeke siyasî ye. Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku doz ji ber 6 sernavan ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin û sedemên weke delîl hatine nîşandan jî hatine pûçkirin. Aktar, destnîşan kir ku doz bingeha xwe ji têkiliya serdestiyê ya li ser gelê kurd hatiye avakirin digire û wiha pê de çû: “Bingeha vê dozê ji îtîraza li dijî serdestiyê tê. Sedema girtina muwekîlê min jî îtîraza li dijî vê serdestiyê ye.”    Dozger, di mutalaaya xwe de diyar kir ku dema li wesf û mahiyeta sûc, gumana revê û xweveşartinê tê nirxandin, biryara berdana bi şertê kontrola edlî dê nebe tevdîreke di cih de. Dozger xwest ku daxwaza girtina Mizrakli were redkirin.    Dadgehê jî navberekî kin da û piştre jî daxwaza tehliyekirinê red kir û danişîna dozê taloqî 11’ê îlonê kir.    LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN    Piştî danişînê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Beştaş bertek nîşanî neberdana Mizrakli da û got ku dê Mizrakli 4 mehên din jî bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de bimîne.    Beştaş, anî ziman ku Mizrakli tu karekî ku bibe mijara doza cezayê nekiriye û ev plana qeyûman ji hêla Erdogan û soylu ve hatiye kirin. Beştaş, diyar kir ku sedema neberdana Mizrakli, fermana qesrê ye.