Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe 2023-06-12 14:38:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên mafên mirovan têkildarî "12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a C”hanê" daxuyanî dan û xwestin li dijî xebitandina zarokan divê plana çalakiya lezgîn bê kirin.    Îro “12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê” ye. Rêxistinên mafên mirovan bi wesîleya rojê daxuyanî dan û bal kişandin ser şert û mercên zarokên karker. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku yên ku peymana naventeweyî ya mafên zarokan binpê dikin û nasepînin werin cezakirin.    EDENE    Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê têkildarî zarokên karker ku tên xebitandin li avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Komîsyonê Belgîn Işik daxuyaniyê xwend. Işik da zanîn ku li gorî daneyên Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di sala 2022’yan de herî kêm 64 zarokên tên xebitandin jiyana xwe ji dest dane û li gorî daneyên UNICEF’ê jî li seranserî dinyayê ji 10 zarokan zarokek tê xebitandin.    Işik ji bo zarok neyên xebitandina pêşniyazan kir û xwest xebitandina zarokan bi dawî bibe.    ÎZMÎR   Baroya Îzmîrê jî têkildarî rojê xebitandina zarokan daxuyaniyek nivîskî da û ji bo xebitandin ango zarokên karker bi dawî bibin ew bang li rayedaran dikin ku demildest plana çalakiya lezgîn ava bikin û bixin dewrê. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku yên ku peymana naventeweyî ya mafên zarokan binpê dikin û nasepînin werin cezakirin.   AMED    Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê jî derbarê heman mijarê de li avahiya Baroyê civîna çapemeniyê li dar xist û gelek endamên baroyê tev li bûn. Endama Navenda Mafên Zarokan Nûpelda Eren daxuyanî xwend. Eren di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên ku zarokan bi zorê dide xebitandina û xwest dawî li polîtîkaya xebitandina zarokan bê anîn.