ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-13 09:00:31       * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku hewceyî bi siyaseteke kurdistanî heye û wiha got: “Siyaset bêyî gel nabe.”    * Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel tekildarî serdana wan a girtîgehan axivî û bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û got: "Girtiyên nexweş tevî ku bi mirinê re rûbirû mane jî nayên berdan û mafên wan ê tedawiyê jî tê astengkirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû hatine hiştin.”    * Di ser qetlîama ferdên Malbata Şenyaşar re 5 sal derbas bûn. Şahidên qetlîamê ku dikandarên li sûkê ne gotin: “Heke ji bo Malbata Şenyaşar edalet bicih were wê ji bo hemû Tirkiyeyê edalet pêk were.”    * Li Rihayê welatî di warê mafê tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Hevserokê SES'a Rihayê Salih Karataş diyar kir ku gef li tenduristiya mirovan tê xwarin û got ku nexweş 3-4 mehan li malên xwe li benda dora xwe disekinin.    * Xwendekarên Zanîngehê diyar kirin ku zemên pêşî li wan nayên girtin, peşkê li mafê perwerdehiyê dixîne û gotin ku zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan.    * Derket holê ku plana îmraê ya qada parkê ya li semta Seyrantepe ya Amedê, hatiye guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hatiye kirin.    * Hevalên Safiye Alagaş ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibû binçavkirin û bi dû re jî hatibû girtin, bertek nîşanî girtina wê dan û wiha gotin: “Em li bendê ne ku hemû rojnameger, sazî û gel xwedî li doza Alagaşê derkevin.”   * Mûzafer Çetîn ku bi sewalkariye debara xwe dike, bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aboriyê, êdî sewalkar nikarin debara xwe bikin û got ku heke wisa bidome dê ew jî dest ji sewalkariyê berde.    * Xebata restorekirina berhêma dîrokî Birca Belek ev sal û nîve hêj nehatiye xelaskirin. Li gel ku karekî pêşçav nayê kirin jî, destûr nayê dayîn ku gel biçe serdana bircê.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 813'emîn de berdewam bike.