Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin 2023-06-13 09:07:24 RIHA - Li Rihayê welatî di warê mafê tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Hevserokê SES'a Rihayê Salih Karataş diyar kir ku gef li tenduristiya mirovan tê xwarin û got ku nexweş 3-4 mehan li malên xwe li benda dora xwe disekinin.    Li Rihayê di bin banê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr de 2 nexweşxaneyên perwerdehî lêkolînê, 11 nexweşxaneyên dewletê, 2 nexweşzaneyên diranan û 2 navendên diranan hene. Li bajêr ji ber kêmbûna personelên saziyên tenduristiyê û kêmbûna xizmeta tenduristiyê, welatî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Yek ji van pirsgirêkan jî Emar-MR ye. Nexweşên dixwazin MR'yê bikişînin, bi mehan li benda dorê disekinin.    Osman Bakşin (32) ku ji bo dermankirinê ji navçeya Heranê hatiye Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê, anî ziman ku randevûya herî nêz 16 roj bi şûn de ye. Bakşin bilêv kir ku ji bo hevjîna xw ehatiye nexweşxaneyê û got ku 25 roj in hewl dide hevjîna wî bê dermankirin. Bakşin bal kişand ser serjimariya bajêr û got: "Divê pergal bê pêşxistin. Li navçeyan dermankirin tune ye. Li nexweşxaneyên navçeyan ji xeynî beşa lezgîn, tenê dermanan dinivîsin û te dişînin malê. Nexweşxaneyên navçeyan berê her kesî didin navendê. Serjimarî zêde ye. Lewma divê pergal li gor vê bê kirin. Randevûyên tên dayîn ji bo demeke dûr û dirêj tên dayîn."    GEF LI TENDURISTIYA MIROVAN TÊ XWARIN   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Rihayê Salih Karataş jî detsnîşan kir ku rewşa xizmeta tenduristiyê ya li bajêr pir xirab e û got ku ji dêvla polîtîkayên ku tenduristiyê esas bên girtin, netenduristî tê ferzkirin. Karataş bilêv kir ku ev yek di qeydên fermî yên dewletê de jî heye û bal kişand ser nebûna hin beşên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên bajêr ên wekî hemotolojî, nefrolojî, romatolojî, cerahiya plastîk, cerahiya singê û patolojiyê.    Karataş bilêv kir ku Riha modeleke biçûk a welêt e û got ku welatî ji bo karibin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin divê pereyên wan hebin. Karataş detsnîşan kir ku polîtîkayên şaş kirine ku welatî ji mafê tenduristiyê bêpar bimînin û got: "Wezîrê tenduristiyê yê welêt hewl dide vê pêvajoyê bi polîtîkayên neolîberal bi rê ve bibe. Xizmeta pergala kapîtalîst dike. Desthilat, çendî ev qas kêmasî hene jî, îdia dike ku di warê tenduristiyê de xizmeta civakê dike, lê îstatîstk berevajî vê ne. AKP, bi polîtîkayên xwe gefê li tenduristiya mirovan dixwe. Em vê yekê jî ji agahiyên endamên xwe dizanin; êûna ser psîkyatrît û bikaranîna dermanên di vî warî de ji sedî 40 zêde bûye. Yanî mirov ber bi bêhêvîtiyê ve tên şandin."    Karataş anî ziman ku xizmeta tenduristiyê bûye tiştekî bazirganiyê û got ku AKP bi vê modelê gefê li tenduristiya mirovan dixwe. Karataş bilêv kir ku divê bi awayekî giştî di qada tenduristiyê de veguherînek çêbibe û got ku ev jî divê ne di asta teşwqîkirina ji bo nexweşxaneyên taybet de be.   MA / Omer Akin