Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin 2023-06-13 09:08:35 AMED - Derket holê ku plana îmarê ya qada parkê ya li semta Seyrantepe ya Amedê, hatiye guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hatiye kirin.  Qada parkê ya li semta Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, di 3'yê adarê de wekî "qada saziya fermî" û "qada ku dê dar lê bên çandin" hat guherandin. Lê belê bi biryarnameya 102 ya serokkomariyê, plana îmarê ya qadê ji bo çêkirina midûriyeta polîsan hat guherandin.    Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê, ji bo betalkirina plana îmarê, di 13'ê adarê de serî li Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê ya Bajêr da.    Odeyê di daxwaznameya xwe ya ji bo betalkirina plana îmarê de diyar kiriye ku guherandina hatiye kirin ne di wesfê qada parkê de ye û li dijî rêziknameya planên cihwarî ye. Odeyê di daxwaznameya xwe de destnîşan kiriye ku ya hatiye kirin dijhiqûqî ye û xwestiye plana hatiye çêkirin bê betalkirin.    Piştî ku daxwazname nehat bersivandin, ode dê ji bo betalkirina plana navborî serî li Dadgeha Îdareyê bide.    MA / Mujdat Can