Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were 2023-06-13 09:52:48 RIHA - Di ser qetlîama ferdên Malbata Şenyaşar re 5 sal derbas bûn. Şahidên qetlîamê ku dikandarên li sûkê ne gotin: “Heke ji bo Malbata Şenyaşar edalet bicih were wê ji bo hemû Tirkiyeyê edalet pêk were.”  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz avêtin ser dikana malbata Şenyaşar û qetlîam pêk anîn. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKP’yî li dikanê bi ferdên malbata Şenyaşar re nîqaş kirin û paşê bi dar û beran, kêran û sîlehan êriş birin ser dikanê. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev birîndar bûn. Birîndarên ferdên malbata Şenyaşar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Êrişê li ber nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di êrişa li ser dikanê de Mehmet Şah Yildiz ê kekê Îbrahîm Halîl Yildiz ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir. Di vê kêliyê de ferdên malbata Yildiz, li nexweşxaneyê cara duyemîn êriş birin ser ferdên malbata Şenyaşar. Êriş li ber çavê karmend û wezîfedarên nexweşxaneyê pêk hat. Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li ber çavên bi sedan xebatkarên nexweşxaneyê û rayedarên dewletê hatin qetilkirin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû bi daxwaza Fadil Şenyaşar bê berdan, kesên qetlîam pêk anîne û kesên çavê xwe li qetlîamê girtine di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. 813 roj in Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome û daxwaza wê temînkirina edaletê ye.    Dikandarên li sûkê ango cîranê dikana malbata Şenyaşar in qala qetlîama ku 5 sal di ser re derbas bûn kirin.    ‘EM JÎ LI BENDA EDALETÊ NE’    Ekrem Erkan ku li sûkê karê lokontayê dike got ew qetlîam dibû ku bihata serê her kesek ji wan. Ekran da zanîn ku malbata Şenyaşar 5 sal in li benda edaletê ye û got: “Em jî li benda edaletê ne. Malbata Şenyaşar di heyamek zehmet de derbas bû û dibe. Çend sal in tenê behsa edaletê dikin. Dayika Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê ye, Ferît jî niha li Meclisê li edaletê digere. Em bi hêvî ne ku wê demildest edalet bicih were. Tu sûcek Fadil Şenyaşar nîne divê ew jî demildest were berdan. Heke Fadil were malê wê dayika Emîne jî were malê. Sedemê pêknehatina edaletê parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz e.”    MALBATA ŞENYAŞAR 30 SAL IN LI SÛKÊ DIKANDARIYÊ DIKE   Hamît Şahîn ê dikandar ku hevalê Fadil Şenyaşar ê biçûkatiyê jî diyar kir ku malbata Şenyaşar 30 sal in li sûkê dikandariyê dikin û got: “Ji bo ku bûyerên bi vî rengî neqewimin, divê yekitiya me hebe. Ji bo edalet pêk were çi bikeve ser milê me dikandaran divê em bikin. Mixabin ji ber edalet li Tirkiyeyê nîne, dayik li ber qesrên edaletê nobedêdigirin. Ez û Fadil hem hevalên hev zarokatiyê ne hem jî em dikananên me cîranên hev in. Ez hêvî dikim demildest bigihîje azadiya xwe. Piştî qetlîamê rayedaran malbatê bi ‘terorê’ ve girê dan. Ev derew e. Ev mirov jî wek me dikandar in û bi qasî serê derziyê jî zirara wan negihîştiye kesî. Divê demildest edalet bicih were.”    5 SAL IN EDALET BICIH NAYÊ    Dikandar Salîh Gungor jî şahidiya qetlîamê dike û destnîşan kir ku divê Fadil Şenyaşar demildest were berdan û wiha axivî: “Ev mirov bi salan e dikandariyê dikin. Tu eleqeya wan bi tu tiştekî re nîne. Kes ji wan aciz nebûye. Hatin mexdûrkirin. Em dixwazin mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin. Emîne Şenyaşar tevî ku extiyar e û nexweş e jî her roj 40 kîlometre diçe ber edliyeyê û tê. Ji bo dayik li mala xwe rûnê divê demildest edalet pêk were. Divê ku Fadil Şenyaşar jî were berdan ku nobed bi dawî bibe. Em jî wek dikandarên sûka Pirsûsê daxwaz dikin ku Fadil were berdan û edalet pêk were.”    ‘DIVÊ WEZÎRÊ DADÊ EMÎNE ŞENYAŞAR BIBÎNE’    Îsmaîl Birden ê ku li heman sûkê dikandariyê dike jî destnîşan kir ku tekane daxwaza dikandarên Pirsûsê ew e ku edalet pêk were û got: “Divê Wezîrê Dadê daxwaz û nobeda malbatê bibîne û demildest edaletê pêk bîne.”    ‘MEKANÎZMAYA EDALETÊ NAŞIXÛLE’    Mahmût Tuncay ê 13 sal in li sûkê dikandariyê dike jî diyar kir ku Fadil Şenyaşar 5 sal in bi awayek neheq tê girtin û wiha got: “Em dixwazin edlaet pêk were û dayika Emîne bi zarokên xwe re wextê xwe derbas bike. Mixabin ku mekanîzmaya edaletê naşixûle. Rayedar alî digirin. Divê daraz serbixwe tevbigere û edaletê pêk bîne.”   ‘BO TIRKIYEYÊ EDALET’    Ridvan Turker ê li sûkê dikandariyê dike jî da zanîn ku ew li benda edaletê ne û got: “Emîne Şenyaşar tenê ne ji bo xwe edaletê dixwaze, ji bo her kesî edaletê dixwaze. Em jî ji bo dayikê edaletê dixwazin. Heke ji bo malbata Şenyaşar edelet bicih were, dê edalet li tevahiya Tirkiyeyê pêk were.”    MEHEMT ŞENYAŞAR: EM EDALETÊ DIXWAZIN   Mehmet Şenyaşar ku lawê malbata Şenyaşar e û ji qetlîamê birîndar filîtî hê jî li heman sûkê dikandariyê dike. Mehmet Şenyaşar diyar kir ku 5 sal in ew di ber wî cihê ku qetlîam lê çêbûye de derbas nabe û li cihek din dikan vekirine. Şenyaşar destnîşan kir ku 5 sal in pêknehatina edaletê ji bo hiqûqa Tirkiyeyê şerm e û got: “5 sal berê em bi qetlîamek mezin re rûbirû man. 813 roj in dayika min nobeda edaletê digire. Edaleta em li bendê ne bi tu awayî nayê. Daxwaza me bi tenê edalet e. Bi bêdengiyê jî edalet nayê. Mirov daxwaz bikin edalet dikare pêk were. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin, heke qanûnên heyî werin sepandin dê edalet pêk were.”    MA / Emrullah Acar