KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir 2023-06-13 10:02:37 NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê ji ber erdhejê biryara “bêçalaktiyê” ragihandibû. KCK’ê ragihand ku bi sedema êrişên berdewam dikin “bêçalakiyê” bi dawî kir.    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber erdhejên di 6’ê Sibatê de li Mereşê çêbûn û tesîr li ser 10 bajaran kir biryara “bêçalaktiyê” girtibû. KCK biryara “bêçalaktiyê” ji ber hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kir. KCK’ê daxuyaniyek nû derbarê “bêçalaktiyê” de belav kir û ragihand ku êrişên li ser herêmên başûrê Kurdistanê zêde bûne û ji ber êrişên berdewam dikin biryara “bêçalaktiyê” bi dawî kir. KCK’ê her wiha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd û ew wek tevger ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd têdikoşin.