‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’ 2023-06-13 15:55:19 ENQERE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku piştî ku gel piştgirî daye partiya wan zextên li ser xelkê hatine zêdekirin û ev pirs kir: “Gelo çima alîkariyên civakî tên birîn?”   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexe Ayşegul Dogan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan diyar kir ku gelê Şirnexê piştî ku piştgirî daye partiya wan bi zextan re rûbirû dimîne. Dogan anî ziman ku alîkariyên civakî yên hin welatiyan hatine birîn û hinek tax jî hatine dorpêçkirin.   ‘GELO ŞIRNEX JÎ DI NAVA RÛPELA NÛ DE YE?'    Dogan gotininên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Em ê di pey her hilbijartinê de rûpeleke nû vedikin” bi bîr xist û got: “Heke ku dê rûpeleke nû bê vekirin gelo Şirnex jî dê di vê rûpelê de be? Em ê nîşaneyên vê çawa bibînin? Li Şirnexê rewşa neyînî ya li piştî hilbijartinê ma ji rêzê ye? Heke ev hesabpirsîn nebe çima alîkariyên civakî yên mirovan tên birîn? Heke ev yek tesaduf nebe hesaba çi ji gel tê pirsîn?"