Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe 2023-06-13 21:15:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û rewşa heyî, dê sibê li hev bicivie.    Tifaqa Ked û Azadiyê, civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê, dê sibê saet di 10.30'yî de li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dar bixe. HDP, TÎP, EMEP, EHP, TOP, Partiya Çepên Kesk û SMF dê sibê li hev kom bibin.    Pêkhateyên tifaqê dê encamên hilbijartinê û rewşa heyî binirxînin.