Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe? 2023-06-14 10:30:17   AMED - Derbarê Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê ji wezîfeyê hatiye girtin de biryara beraeta doza wî hat erêkirin. Ji bo Kaya vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin.    Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Erxenê Ahmet Kaya hat kirin. Derbarê Kaya de bi îdiaya “endamê rêxstinê ye” doz hat vekirin. Hevşaredar Ahmet Kaya ji doza dihat darizandin hatibû beraetkirin. 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê (Dadgeha Îstînafê) biryara beraetê erê kir.    Dadgeha Îstînafê îtîraza ku li dijî beraeta Kaya hatibû kirin, red kir. Bi vê biryara Dadgeha Îstînafê re hukmê beraetê derbarê Kaya de teqez bû.    JI BO VEGERE SER WEZÎFEYÊ DÊ SERLÊDAN BIKIN   Bi dû vê biryara teqez a Dadgeha Îstînafê re dê parêzerên Kaya di demek kin de ji bo miwekîlên wan vegere ser wezîfeya xwe serî li Wezareta Karên Navxweyî bidin.