Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû 2023-06-14 10:34:40 WAN - Esnafan ragihandin ku telîsê arvan piştî hilbijartinê nêzî 150 lîreyan bihatir bûye û anîn ziman ku ji ber vê bihabûnê dê di demekî nêz de bihayê nan jî zêde bibe.    Piştî ku dolar li hemberî lîre bihayê xwe zêde kir, zemên mezin ji bo sotemenî û xwarinan hatin kirin. Taybetî jî di nava xwarinên sereke yên gel de, arvan rastî zemên giran hat. Li Wanê telîsê arvan ê 50 kîlo beriya hilbijartinê bi 400 lîreyan bû û bi zemên pey hilbijartinê telîsê arvan derket 550 lîreyan. Gel bertek nîşanî polîtîkayan desthilatê yên aborî da û anî ziman ku dê ev zem bibin sedema birçîbûnê.   HER ROJ ZEM TÊN    Arvanfiroşê Wanê Husamettin Dumanlidag anî ziman ku telîsê arvan ê 50 kîlo beriya hilbijaritinê bi 400 lîreyan bû û niha jî bihayê wî bûye 550 lîre. Dûmanlidag da zanîn ku bihayê telîsê arvan ê febrîqeyê 520 lîre ye û ew jî neçar dimînin ku telîsê arvan bidin 550 lîre. Dumanlidag destnîşan kir ku piştî zeman, firotina arvan gelek kêm bûye û wiha axivî: “ Gelek kes arvan dipirse lê kes nakire. Beriya niha bihayê arvan 400-450 lîre bû û kes nedikarî bikire, niha jî bûye 550 lîre. Vêga kê dê karibe bistîne. Piştî ku bihayê genim zêde kirin, ji nişgav ve febrîqeyan bihayê arvan zêde kirin. Berê me rojê nêzî 20-30 telîs arvan difirot, niha em nikarin bifiroşin."    DÊ JI BO NAN JÎ ZEM WERE KIRIN   Dumanlidag diyar kir ku ji ber bihabûna arvanî dê di demekî nêz de ji bo nan jî zem were kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî jî zem dê bihayê nanê tenûrê biha bike. Hem li herêmên çolter hem jî navenda Wanê kesên nanê tenûrê difiroşin dê bihayê nan zêde bikin. Ez esnafekek 19 salî me û qet wekî niha min zehmetî nekişandinbû. Edî em nikarin kar bikin.”   ‘BERPIRS TENÊ DEWLET E’   Esnafê bi navê Îbrahîm Ozturk jî anî ziman ku zem ne tenê ji bo arvan hatiye kirin û wiha derbirî: "Ji bo her tiştekî zem hatiye kirin. Me rûnê 18 kîlo bi 490 lîreyan difirot, niha bûye 600 lîre. Jixwe goşt serê xwe girtiye û çûye. Welatî êdî nikarin goştê sor bikirin. Sala par arvanên 50 kîlo 300 lîre bû û niha jî bûye 550 lîre. Nava salekê de bihayê arvan nîve nîv zêde bû. Berpirsê vê encamê tenê dewlet e. Dema zemê li sotemeniyê dike her tiştek biha dibe. Gelek hevalên me ên esnaf neçar man ku dikanên xwe bigirin. Ev çend roj in ku min sifteh nekiriye. Ez him teqawîtbûyî me û hem jî dikan ya min e. Ger ez di kirê de bama min nedikarî kar bikim.”   ÊŞA LÊÇÛNÊN HILBIJARTINÊ’   Esnaf Hakan Guney destnîşan kir ku dê dikana xwe bigire û axaftina xwe wiha qedand: "Kes nikare tiştekê bistîne, yên ku tên tiştan distînin jî yan pere qer dikin an jî bi qerte krediyê distînin. Berê kes arvan bi qertê krediyê nedistend, tim bi perê berika xwe distendin. Dê hefteyek şûnde bihayê arvan bibe 600 lîre. Sedemeke van zeman jî lêçûnên hilbijartinê ne. Pere xerc kirin û niha jî êşa wê derdikeve.”