Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir 2023-06-14 13:42:16   ÎZMÎR - Li navçeya Guzelbahçeyê 3 penaberên sûriyeyî hatibûn şewitandin û qetilkirin. Di doza qetilkirina penaberan de rapora ATK’ê ya faîl Kemal Korukmaz hat û hat diyarkirin ku tu pirsgirêkên wî yên zîhnî û fîzîkî nînin. Ji ber îfadeya “ji hêla aqil ve miwekîlê min tam nîne”, Korukmaz parêzerê xwe ezl kir.    Penaberên bi navên Mamoun al-Nabhan (23), Ahmet Al-Alî (21) û Muhammed el-Bish (17) li navçeya Guzelbahçe ya Îzmîrê di kargeheke înşaetê de dixebitîn. Di 16’ê mijdara 2021’an de dema li mala xwe radizan, hatin şewitandin û qetilkirin. 2’yemîn danişîna doza qetilkirina penaberên sûriyeyî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate lidarxistin.    Bi sedema “bi plankirî û bi hestên cinawirî şewat derxistiye û kuştiye” 3 caran cezayê muebbeta giran û ji ber sedema “Bi teqezayî zirar daye mal” jî 6 sal cezayê hefsê ji bo bersûc Kemal Korukmaz tê xwestin.  Bersûc Korukmaz, parêzerên wî, xizmên kesên hatine qetilkirin û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Her wiha Baroya Îzmîrê, Meclisa Penaberan a Konseya Bajar a Konakê, Komeleya Piştevaniya bi Penaberan re, Komeleya Mafên Penaberan, Komeleya Medyaya Penaberan, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ya Îzmîr, Komeleya Pira Gelan û Komeleya Mafên Mirovan jî tev li danişînê bûn.    TU PIRSGIRÊKÊN WÎ NÎNIN   Di danişînê de ji ewil ewraqên di rûniştina ewil de hatin xwestin û li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Dihat gotin ku bersûc ji hêla aqil ve kêm e û parêzeran xwestibû ku têkildarî mijarê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor were xwestin. ATK’ê rapor şand û got ku tu pirsgirêkên zîhnî yên bersûc Korukmaz nînin.    ÎDIA KIR KU GEF LÊ HATIYE XWARIN   Bersûc Korukmaz parastina xwe bi nivîskî da şandeya dadgehê. Di îfadeya xwe de wiha got: “Tevî patronê xwe Sûat Matu re bi salan li Bîrlîk Betonê xebitî. Min îfade neda ji ber ku patronê min ê berê gef li min û malbata min xwar. Heke tiştek bi min û malbata min bibe, berpirsyar ev kes in. Parêzerê ji min re şandî jî ji min xwest ku teqlîda dînan bikim. Di roja bûyerê de l Urlayê bûm. Di dema şewatê de hatim cihê bûyerê. Piştî şewatê çûm nexweşxaneyê û min xwest bi sûriyeyiyên bi giranî birîndarbûyîn re hevdîtinê bikim. Lê kurê patronê min Malîk Matûr nehişt. Piştî bûyerê çûm dikanê. Ji bo ku bûyerê li xwe bigirim, gef li min hate xwarin.”    PEREYÊN JI BO HESABA WÎ HATINE ŞANDIN PIRSÎN   Piştre jî serokê şandeya dadgehê ji Korukmaz re got ku di 20’ê îlona 2021’an de 20 hezar lîre, di 9’ê mijdarê de 6 hezar û 500 lîre û piştre jî 15 hezar lîre li hesaba wî ya Banka Zîraatê hatine şandin. Serokê şandeyê pirsa van pereyan kir. Korukmaz jî îdia kir ku pereyê karê wî ye.    Ji parêzerên gilîkeran Eylem Soylu jî têkildarî îfadeyên Korukmaz pirs kirin. Soylu got; “Dibêje ku ji ber gefa Malik Matûr çûye cem polîs û cendirmeyan. Hûn kengî çûn qereqolê û ew giliyê xwe bi awayekî devkî ji kê re vegot?”    Bersûc Korukmaz jî ev îdia kir: “Ew dîrok nayên bîra min. Memûrekî sivîl li qereqolê hebû. Nehişt ez bikevim qereqolê jî. Ez navê wî memûrî nizanim.”    Parêzerê bersûc jî diyar kir ku li gorî fikra wî hişê miwekîlê wî li serî wî nîne.    PARÊZERÊ XWE EZL KIR    Kemal Korukmaz jî li dijî parêzerê xwe derket û got ku hişê wî li serê wî ye. Korukmaz diyar kir ku parêzerê xwe ezl dike û ev tişt anî ziman: “Li gorî min têkiliyên parêzerê min bi aliyê din re heye. Qet nehat girtîgehê. Bavê min ê 80 salî xapand û pere stend. Ez dixwazim pereyê min li min vegerîne û êdî neyê danişînan. Ji min re got; ‘di dadgehê de neaxive, em ê raporê bigirin û te xelas bikin.’ Yê ku ev parêzer bo min şandî jî dijminê min e.”    DAXWAZA TALOQKIRINA DANIŞÎNÊ   Parêzer Eylem Soylu got ku nebûna parêzerê bersûc dê di pêvajoya îstînafê de pirsgirêkan derxîne û xwest ku ji bo bersûc ji baroyê parêzerek were tayînkirin. Dozger jî diyar kir ku divê îfadeyên bersûc di hizûra parêzer de were girtin û xwest ku doz were taloqkirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê jî biryar da ku ji bo bersûc parêzer were dîtin û daxwazên parêzerên miştekiyan jî di navbera rûniştinan de bi nivîskî werin dayîn. Her wiha biryar da ku şahidên hazir di danişîna nû de werin guhdarîkirin û doz taloqî 4’ê cotmehê saet 14.30’an kir.