Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê 2023-06-14 15:10:31 AMED - Xebatkarên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê li dijî mobbîngê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê heta dawiyê têbikoşin.    Endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê li dijî mobbînga li ser xebatkarên tenduristiyê, li pêşiya Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê daxyanî dan. Hevserokên Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak û Şiyar Guldîken, rêveberên sendîkayê û xebatkarên rastî mobbîngê tên tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin mobbîng û bêliyeqatiyê!” hate vekirin.    Di daxuyaniyê de Guldîken anî ziman ku heke rêveberiya nexweşxaneyê daxwazên wan qebûl nekin dê bi çalakiya devberdana ji kar têkoşîna xwe bidomînin. Piştî axaftinan jî daxuyaniya xebatkarên tenduristiyê ji hêla Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Ok Orak ve hate xwendin.    ZEXTA ‘ÎSTÎFA BIKIN’   Di daxuyaniyê de Orak anî ziman ku tevî li nexweşxaneyê teknîkerên ADS’ê yên perwerdeya hekîmtiya diranan wergirtin hene jî kar bi hemşîreyan didin kirin û wiha domand: “Dema şertên nebaş tên vegotin jî ji xebatkaran rew dibêjin ‘heke bi kêrî we neyê îstîfa bikin.’ Bi vê yekê re mafên me yên bingehîn tên astengkirin. Hemşîreyên li nexweşxaneyê ji roja ewil ve rastî mobbîng û tundiya devkî ya serekhemşîre û dekan tên. Her wiha peywirên ne aydê hemşîreyan lê tên barkirin. Rêveberên vê nexweşxaneyê bêyî ku nivîseke peywirdarkirinê bişînin, li ser telefonê dibêjin ‘tu îro li vir û sibe li filan klînîkêyî’ û peywirê didin. Her wiha ev rayedar bi gotinên weke ‘hûn îxanetê dikin, we hêj mobbîng nedîtiye’ gef û heqaretan dikin. Li gel vê tundiya fîzîkî û psîkolojîk, her wiha mûçe jî bi awayekî adilane nayê dayîn û gefa birîna mûçeyan li xebatkaran tê xwarin. Heta ku em encamekî bi dest dixin jî dê têkoşîna me ya li dijî van binpêkirinan bidome.”