Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin 2023-06-14 16:36:11   AMED - Parêzer Suleyman Şahîn ku ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Amedê, hate binçavkirin.    Parêzer Suleyman Şahîn ji bo di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îfadeyê bide çû Edliyeya Amedê. Şahîn, li edliyeyê hate binçavkirin. Şahîn ku bi biryara dozgeriyê hate binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyê şahidê eşkere Umît Akbiyik, lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin û 191 kes hatibûn binçavkirin. Rojnameger û parêzer jî di nav de zêdetirî 50 kes hatin girtin.