Li Rihayê mirineke biguman 2023-06-14 21:30:54   RIHA - Li Rihayê zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak bi awayekî mirî hat dîtin.   Zarokê bi navê Abdulbakî Dakak yê 12 salî ku li Serêkaniyê ya Rihayê dijiya û ji duh ve winda bû, bi awayekî mirî hat dîtin. Hat îdiakirin ku Dakak li medreseyeke li taxa Beşat a Eyubiye ya Rihayê perwerde didît û duh sibehê ji medreseyê derketiye û piştre agahî jê nehatiye girtin. Piştî vê malbatê îxbar kir û îro cenazeyê Dakak li axurekî nêzî medreseyê hat dîtin. Cenazeyê zarok ji bo otospiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.   Cenazeyê Dakak li Serêkaniyê hat definkirin.