Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin 2023-06-14 22:57:25   AMED- Rojnamevan Abdulkadîr Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê ji aliyê hevpîşeyên xwe û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin, Abulkadîr Tûray, di 9'ê Gulana 2016'an de hatibû girtin û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza lê birîbû. Tûray, piştî temamkirina înfaza cezayê ku lê hatibû birîn, îro ji Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa L'yê derket.    Tûray, li Otogara Amedê ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), hevpîşeyên xwe û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Tûray li vir axivî û got: "Em li derve bin jî û li hundir bin jî dê têkoşîna me bidome."   Piştî pêşwazîkirin Tûray tevî ferdên malbatê ber bi bajarê xwe Mêrdînê ve bi rê ket.