ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-15 09:00:18       * Şîrovekarê Siyasî Pakrewan Hawar bi lêv kir ku gotin û siyaseta AKP'ê nîşan didin ku siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê kurd wê bidome û got ku lê Rêveberiya Xweser jî li dijî van êrişan amade ye.    * Esnafên Sûka Girtî ya dîrokî ya Rihayê ji ber krîza aborî bi gilî û gazin in. Esnafên sûkê diyar kirin ku 2 hefte ji Cejna Qurbanê re maye, lê sûka ku berê ji mirovan xalî nedibû, niha vala ye.    * Mehmet Ocalan ku bertek nîşanî tecrîda li ser birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da, anî ziman ku li seranserê cîhanê hevtayê vê tecrîdê tune ye û got: "Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e."    * Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, doza tazmînatê li malbata Cîhan Kit ê HPG'î yê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, kir. Dayik Ferîde Kitê got: "Ne kurê min ne jî min, rihet nahêlin."   * Beriya hefteyekê siyasetmedar Huseyîn Arasan li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Seyîthan Gumuş hevalê Arasan ê biçûkatiyê û têkoşînê ye. Gumuş diyar kir ku Huseyîn tevî hemû zextan jî gavek paşve neavêt û got: “Em deyndarê hevalên xwe yên mîna Huseyîn in.”    * Ajokarên mînîbusan diyar kirin ku qezenca wan tevek ji bo sotemeniyê diçe û wiha bertek nîşan dan: “Heta ku ev ser serê me bin dê halê me ev be.”   * Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê di doza ku kirin sedemê tayînkirina qeyûm de biryara beraeta wî hate pejirandin, bal kişand ku ji bo îadeyî peywîrê bê kirin tu astengiyên hiqûqî neman û wiha got: “Bila ji xeletiyê bizivirin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 815’an de didome.    * Danişîna doza polîs O.F.T. ku rojnameger ARdil Batmaz derb kiribû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Xarpêtê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza polîsên Dîlan Kortak qetil kirin dê li 68’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Anadolu ya Stenbolê were lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran were lidarxistin. (10.00-17.00)   * 20’emîn danişîna Doza Komkujiya Garê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza endama Koma Aştiyê Şîrîn Tunç dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (10.10)   * Danişîna doza rojnameger Safiye Alagaş dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (10.40)   * Bi boneya salvegera 15-16’ê Hezîranê Berxwedana Mezin a Karkeran dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (11.30-14.00)   * Danişîna doza cîgirê midûr Burak Ercan ku li Cizîrê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê were lidarxistin. (13.00)