'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê' 2023-06-15 09:02:30 RIHA - Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî Pakrewan Hawar bi lêv kir ku gotin û siyaseta AKP'ê nîşan didin ku siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê kurd wê bidome û got ku lê Rêveberiya Xweser jî li dijî van êrişan amade ye.    Li Tirkiyeyê di hilbijartina serokkomariyê ya 28'ê Gulanê de namzetê Tifaqa Cumhûrê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan car din bû serokkomar. Desthilata AKP'ê û MHP'ê ku tim êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, piştî hilbijartinê jî dest bi amadekariyên êrişên nû dike. Encamên hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hem li Rojava hem jî li Rojhilata Navîn ji nêz ve hatin şopandin. Piştî ku di hilbijartinê de Erdogan bi serket komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku li Suriyeyê hatine bi cih kirin, bi çekên giran pîrozbahî li darxistin û kêfxweşiya xwe nîşan dan û ev bû cihê nîqaşan ku dê piştî hilbijartinê li ser herêmê û Rojhilata Navîn polîtîkayeke çawa bê meşandin. Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî Pekrewan Hawar ku li Rojavayê dijî, encama hilbijartinên Tirkiyeyê û bandora wê ya li Rojavayê û Rojhilata Navîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    Pakrewan Hawar bi lêv kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ne di şert û mercen wekhev de pêkhatine û der barê hilbijartinê de wiha got: "Desthilata AKP-MHP'ê û hevkarên wan ên biçûk di 20 salên desthilatdariyê de siyaseteke tund li dijî gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê dimeşînin. Tê zanîn ku dewleta tirk li ser qirkirina gelan ava bûye. Di hilbijartinan de jî me dît ku desthilata AKP-MHP'ê li ser qirkirina gelan siyaseta xwe meşand. Jixwe hilbijartin jî bi derfetên newekhev pêk hat, ne adil bû. Desthilata AKP-MHP'ê hemû hêza saziyên dewletê û çapemeniyê di hilbijartinê de bi kar anî û ji ber wê jî encamên hilbijartinê ne demokratîk in."   'ARMANC VALA KIRINA HERÊMÊN KURDAN E'   Hawar destnîşan kir ku hezên navdewletî jî ji bo berjewendiyên xwe mudaxileyî hilbijartinan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hem yekîtiya Ewropa hem jî DYA û Rûsya jî mudaxileyî hilbijartinan kirin. Li Rojhilata Navîn, Rojava û Sûriyeyê li gor encamên ku di hilbijartinê de derketine nîşan dide ku wê li dijî qirkirina gelê kurd be. Piştî hilbijartinê jî Erdogan got 'ez ê nîv milyon penaberên Suriyeyê bişînim.' Siyaseteke kûr di bin vê axaftinê de heye, ev gotin nîşan dide ku armanca wan, herêmên kurdan vala bikin û çeteyên xwe li wan herêman bi cih bikin."   'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ WÊ BERDEWAM BIKIN'   Hawar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê û wiha pê dê çû: "Çend roj berê jî Tirkiyeyê 3 endamên YPG'ê li nêzî Helebê şehîd xistin. Ev yek jî nîşan dide ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê wê berdewam bikin. Jixwe êrişên Tirkiyeyê li Rojavayê piştî şoreşê ranewestiyane. Tirkiyeyê ji aliyekî ve hem piştgiriya çeteyan kir hem jî xwest hêzên kurdan ên weke PDK'ê bikişîne cem xwe. Piştî ku encama wan pêk nehat bi dagirkeriyê bi xwe ketin Rojavayê. Armanca Tirkiyeyê li çar aliyên Kurdistanê rê nede mafê kurdan. Ev armanc di hilbijartinê de û ji helwesta Erdogan jî xuya ye wê berdewam bikin. Lê Rêveberiya Xweser li dijî van êrişan amade ye û hezên kurdan têkoşîneke bêhempa dane. Hem ji aliyê aboriyê hem jî di desthilatdariyê de lewaziya Tirkiyeyê heye. Sedema têkçûyina aboriya Tirkiyeyê jî êrişên li dijî kurdan in."   'SIYASETA TIRKIYEYÊ LI Rojhilata Navîn'   Hawar da zanîn ku Tirkiyeyê li Cerablûse bi piştgiriya Qetarê xaniyan çedike û wiha got: "Di 24'ê Gulanê de Suleyman Soylû hat Cerablûsê û bi piştgiriya Weqfa Pêşketinê ya Qetarê çêkirina heremeke bi 240 hezar xaniyan ragihand. Siyaseta valakirinê û binpêkrina mafê kurdan li herême nîşan dide ku wê bidome. Piranî çeteyên li Rojavayê bermahiyên DAIŞ'ê ne û bi dewleta tirk re dixebitin. Dewleta tirk jî van çeteyan li dijî kurdan bi kar tîne. Weke tê zanîn di hilbijartinê de jî hemû çeteyên Îxvanê Muslumîn piştgiriya Erdogan dikirin. Di mejiyê Erdogan û AKP'ê de projeya Mîsakî Mîliyê heye. Niha stratjiya Tirkiyeyê li Sûriyeyê dagirkirina Helebe, Hesekê û li Başurê Kurdistanê jî Mûsil, Kerkûk, Hewler û Sileymanî heye. Armanc avakirina Osmaniya nû ye."   'TECRÎDA LI SER OCALAN'   Hawar, bi domdarî diyar kir ku yek ji perçeyê siyaseta qirkirinê ya Tirkiye ya li dijî gelê kurd tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt gotin: "Dema meriv tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dinêrê meriv dikare pergala navdewletî ya li dijî gelê kurd bibîne. Lê hem gelê kurd û hem jî siyaseta kurd di nav têkoşîneke mezin de ye. Di demên pêş de gelê kurd dikare li Rojhilata Navîn alternatîfekê pêşkeş bike. Ji ber ku xwedî projeya demokratîk û azadiya jinê esas digre. Bi vê yekê dikare bibe alternatîfa netewdewletan û siyaseta qirkirin û kuştinê. Ji ber wê jî tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo û li dijî kurdan şerekî giran heye. Rêber Apo di nav civaka gelê kurd û Rojhilata Navîn de rêya çareseriyê temsîl dike. Ji ber vê yekê jî di rêya Rêber Apo de israrkirin û israrkirina ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo vê xebatkirin armanceke sereke û rêya rast e. Weke siyaseta demokratîk û xeta azadiyê di xwerêxistinkirin û di warê têkoşînê de xwexurtkirin. Ji ber ku li hemberî me ne tenê Erdogan, pergala navdewletî jî heye."    HEVKARIYA PDK Û AKP   Hawar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK'ê û AKP'ê jî û axaftina xwe wiha qedand: "PDK hevkariya siyaseta desthilata AKP'ê ya li dijî gelê kurd dimeşîne. Me dît ku di hilbijartinê de jî PDK'ê piştgiriya Erdogan kir. PDK, ji bo desthilatadariya xwe li Hewlerê biparêze hevkariya siyaseta qirkirinê ya Erdogan dike. Ev xençereke di siyaset û mafê gelê kurd de. Pewîst e PDK dev ji vê yekê berde û dev ji vê hevkariye berde. Hemû dinya dizane ku dewleta tirk û Erdogan dijminê gelê kurd in, lê PDK jî hevkariyê dike. Çend roj berê jî welatparezek li Sileymaniyê hat qetilkirin. Saziyên PDK'ê li başûr alîkariya artêşa dewleta tirk dikin. Bi hezaran leşkerên artêşa tirk li başûr bi cih bûne. Ev jî bi êrekirina PDK'ê bi cih bû ne. Divê PDK ji vê xetêderkevê û piştgiriya siyaset û têkoşîna bakur bike. Ji ber ku azadiya bakur, azadiya hemû Kurdistanê ye."    MA / Mahmut Altintaş