Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e 2023-06-15 09:02:53 RIHA - Mehmet Ocalan ku bertek nîşanî tecrîda li ser birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da, anî ziman ku li seranserê cîhanê hevtayê vê tecrîdê tune ye û got: "Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de 810 roj in tu xeber nayê girtin. Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ji wê çaxê heya niha hemû serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine redkirin an jî nehatine bersivandin. Herî dawî hat hînkirin ku di 15'ê adarê de 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtin bi malbatê û di 26'ê nîsanê de jî 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtin bi parêzeran re li Rêberê PKK'ê hatiye birîn.    Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ku li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, bertek nîşanî polîtîkaya tecrîdê da û got ku li seranserê cîhanê hevtayê vê tecrîdê tune ye.    Mehmet Ocalan   ÎMRALÎ û HIQÛQA TIRKIYEYÊ   Mehmet Ocalan destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê dem bi dem tên girankirin û carinan jî tên sistkirin û wiha pê de çû: "Li tu devera cîhanê girtiyekî ku mirov 27 mehan tu xeberê jê negire tune ye. Em nizanin ka sax e yan miriye. Tiştên li Îmraliyê diqewimin, kaxeza tûrnûsolê ya hiqûqê ye. Hiqûqa Îmraliyê, hiqûqa Tirkiyeyê ye. Di tu hiqûqê de navê vê yekê tune ye. Tenê di hiqûqa Tirkiyeyê de heye. Li Tirkiyeyê gelek tişt diguherin, wezîr diguherin, lê polîtîkaya tecrîdê naguhere."    ‘SEDEMA KRÎZA ABORÎ TECRÎD E'   Ocalan diyar kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got ku sedema krîzên li Tirkiyeyê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Ocalan diyar kir ku tecrîd di şexsê Îmraliyê de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê pêkanîn û got: "Serok li Îmraliyê ye, lê tecrîd ji bo hemû gelan e. Îro ger fiyetê nan biha bibe, ev bandora tecrîdê ye. Sedema krîza aborî, polîtîkayên şer e û sedema şer jî tecrîd e. Bi tecrîdkirina serok re, kurd tên etcrîdkirin. Divê her kes bi vî çacî li tecrîdê mêze bike. Ger ev tecrîd bidome, dê krîz kûrtir bibe. Û piştî wextekê dê kes nikaribe ji bin rabe."    ‘DIVÊ HER KES BERTEKÊ NÎŞAN BIDE'   Ocalan bilêv kir ku di domandina tecrîdê de rola partiyên muxalefetê jî heye û got ku partiyên muxalefetê ji bo polîtîkayên detshilatê dengê xwe dernaxin. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê tu kes tecrîdê qebûl neke.   Ocalan axaftina wiha domand: "Heke bixwazin sibe dusibe rastiyekê ava bikin, nexwe divê her kes bertekê nîşanî tecrîdê bide. Çareserî bi vî awayî nabe. Jixwe desthilat me dikuje. Lê bila muxalefet bes jê re bilîrîne. Em hêzeke mezin in. Em ne muhtacê desthilatê ne jî muxalefetê ne. 27 meh in tu xeber ji serok nayê girtin. Her kesî xwe kerr kiriye û çavên xwe girtine. Meseleya kurd û meseleyên li Rojhilata Navîn bi vî awayî nayên çareserkirin. tecrîd didome, divê her kes xwe bide ber lêpirsînê. Saziyên demokratîk divê xwe bidin ber lêpirsînê. Divê tu kes serê xwe bi rihetî daneyne ser balgiyê. Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e."   BANGAWAZÎ   Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî û wiha got: "CPT jî şirîkê Tirkiyeyê ye. Banga me ji bo her kesî ye; bila her kes wezîfeya xwe ya mirovî bike. Em ji kesî sedeqeyê naxwazin. Ev bangawazî bi qasî ji bo saizyên navneteweyî be, ev qasî jî ji bo siyasetmedarên me ye jî. Ji bo şikandina tecrîdê hin saziyên navneteweyî têdikoşin. rêza me ji bo keda wan heye. Lê kesên ku kurdan temsîl dikin û deng ji dernaxin hene. Em ê hesab bipirsin. Ev mafê me yê demokratîk e. Ger em tecrîdê neşikînin, em ê her roj bimirin."    MA / Emrullah Acar