Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt 2023-06-15 10:26:37     ÎZMÎR - Beriya hefteyekê siyasetmedar Huseyîn Arasan li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Seyîthan Gumuş hevalê Arasan ê biçûkatiyê û têkoşînê ye. Gumuş diyar kir ku Huseyîn tevî hemû zextan jî gavek paşve neavêt û got: “Em deyndarê hevalên xwe yên mîna Huseyîn in.”    Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan li bajarê Silêmaniyê di 9’ê hezîranê de li ber komeleyê bi êrişek suîkastê re rûbirû ma. Arasan bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Arasan li gundê  Dengiza yê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê tê dinê. Ew kedkar û fedakerek têkoşîna azadiya kurd bû. Ji ber ked û xebata têkoşîna siyasî ya kurdan 16 salan di girtîgehê de dimîne. Ji ber zextên îktidar-dewletê di sala 2019’an de neçar ma ku berê xwe bide başurê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê bicih bû. Arasan têkoşîna xwe di bin banê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de berdewam kir. Arasan ê hat qetilkirin wesiyet kiribû ku wî li Şehîdgeha Mehmet Karasungur veşêrin. Cenazeyê Arasan di 11’ê hezîranê de li şehîdgehê hat veşartin.    HEM HEVAL BÛNE HEM HEVRÊ BÛNE    Seyîthan Gumuş hevalê biçûkatiyê û têkoşînê yê Huseyîn Arasan e. Gumuş behsa têkoşîna Arasan kir. Gumuş hê 6 salî ye di sala 1984’an de li taxa Nafîz Gurman navçeya Bayrakliya Îzmîrê Arasan nas dike û pê re dibe heval. Zarokatiya wan bi hev re derbas dibe. Gumuş anî ziman ku wan di sala 1993’yan de di nav ciwanên Partiya Kedê ya Gel (HEP) gav avêtine nav têkoşîna siyasî û ji wê demê ve dest bi xebatên siyasî kirin û bi rolek çalak rabûne.    Seyîthan Gumuş   ‘HUSEYÎN BANDORÊ LI SER MIROVAN DIKIR’   Gumuş da zanîn ku Huseyîn Arasan çûbe ku şopek li ser mirovan hiştiye û wiha got: “Hevalek pir dilnizm bû. Heke ku karek li ber bûya û di destê wî de hebûya bi rojan jî xwarin nedihat bîra wî. Teqez divê wî karê xwe biqedanda. Dema te digot xebatên partiyê, her tişt ji bo wî ew bû. Ava çem û kaniyan bisekiniya, ew nedisekinî. Em li bazaran, li taxan digeriyan. Hestek wî xwedî derketina xelkê xwe û têkoşîna doza xwe hebû. Pir girîngiyê dida civînên taxan û gel. Her tim pêşengê mirovan bû.”     NEWROZA SALA 1993’YAN A ÎZMÎRÊ     Gumuş diyar kir ku Arasan di 12-13 saliya xwe de bi înîsiyatîf rabû û ruhê xwe yê têkoşer raxist ber çavan û bîranîna xwe ya Newroza 1993’yan a li gel Arasan wiha vegot: “Di sala 1993’yan de pîrozbahiya Newrozê dê bihata kirin. Wan salan destûra pîrozbahiya Newrozê nedihat dayîn. Li Baryakliyê meşek hatibû kirin. Em hê zarok bûn tev li meşê bûn, panzêran avê direşand û bombeyên gazê diavêtin ser me. Her kes ditirsiya. Lê Huseyîn digot, ‘bila kes nece cihekî, em tiştek rast dikin’. Paşê me agirê Newrozê vêxist. Huseyîn di wî temenê xwe de ji gel re bû pêşeng û em bi ser ketin. Her tim dikeniya. Pir ji doza xwe hez dikir û pê bi bawer bû, biryardarî û fedakariya wî zêde bû.”    ROJNAMEYA AZADIYA WELAT JÎ BELAV KIRIYE    Gumuş destnîşan kir ku Huseyîn Arasan demekê rojnameya Azadiya Welat jî belav kiribû û bi saetan li bazaran, li taxan ked dida. Gumuş da zanîn ku Arasan di nav xebata têkoşînê de nikaribû bêhna xwe veda û wiha axivî: “Yên ku pereyê wan nebû, pereyê rojnameyê ji berîka xwe dida. Her tim digot ‘agahiyên pir baş di rojnameya me de ne’. Ji bo xelk nûçeyên rast bixwîne, rojnameyê belav dikir. Wê hevalên me yên mîna Huseyîn carek din paşve neyên. Wek ku wî digot; heke tu karekî bi biryardarî bikî tu yê bigihîjî encama wê.”    'WÊ KEDA WÎ DÎROK BINIVISÎNE’    Gumuş anî ziman ku Arasan li girtîgehê jî bandor pir li ser mirovan kiribû û wiha pêde çû: “Ew û apê min di heman girtîgehê de mabûn. Ez diçû hevdîtina apê xwe û min bi wî re jî hevdîtin dikir. Her tim bandora wî li ser min hebû. Tu demê paşve gav neavêt. Piştî hat berdan me dîsa hev didît. Malbata wî xwest ku bizewice. Lê her tim di bîr û baweriya wî de xebatên partiyê hebûn. Ji bilî vê tu tiştek din danenî pêşiya xwe û nekir armanca xwe. Ji bo mirov qala hevalê Huseyîn bike peyv têr nakin. Helbet wê aliyek kêm bimîne. Divê mirov wî nas bikira. Ez gelek bi siûdim ku min wî nas kir. Ji ber vê yekê em bi gelek tiştan deyndarê hevalên me yên mîna Huseyînin. Wê ked û têkoşîna wan dîrokê binivisîne.”    'WÊ HUSEYÎN NEYÊ JIBÎRKIRIN’    Gumuş da zanîn ku mehek beriya ku Arasan bê qetilkirin pê re bi telefonê axivî ye û ji ber ew nekaribûye tev li merasîma cenazeyê dayika xwe bibe gelek xemgîn bûbû û wiha got: “Herî dawî li ser hevalê xwe lorandibû. Ya rast di wê zêmarê de qala xwe dikir, mîna ku dizanibû wê tiştek bihata serê wî. Min ewilî di televîzyonê de bihîst ku bi giranî birîndar bûye. Me nexwest em bawer bikin. Ew ji ber dozên xwe yên siyasî koç kir. Nedixwest biçe Ewropayê. Her tim dixwest ji bo gelê xwe bixebite û li Kurdistanê be. Wê her tim di dilê me de be û em ê girêdayî bîranînên wî bimînin. Ne mimkûn e em Huseyîn ji bîra bikin. Em gelek xemgîn bûn ku ku li naverasta kolanê hatiye qetilkirin. Di salekî de çend heval wisa şehîd ketin. Divê raya giştî ya dinyayê li ser van bûyeran bisekine. Divê parlamenter viya li Meclisê bînin ziman.”    MA / Tolga Guney