Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an 2023-06-15 15:01:01   AMED - Li gundê Şîdada yê navçeya Bismilê du malbat ji ber erdî bi şer ketin. Hejmara kesên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn derket 9’an.    Li gundê Şîdada yê navçeya Bismil a Amedê ji ber 200 donimên erd, di navbera malbatên Alyamaç û Taş de şer derket. Hejmara kesên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn derket 9’an. Di encama şerê li gund de kesên bi navên O.T., S.T., H.T., M.C.T. û M.E.A., S.A., M.A., Y.A. û O.A. jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 2 kesên rakirin nexweşxaneyê jî didome.    Hat zanîn ku malbat piştî şewata li nava zeviyên genim derketî bi şer ketine. Şewat, li herêmekî berfireh belav bû û li ser mudaxeleya ekîbên agirkujiyê yên li herêmê hatin veguhestin hate vemirandin.