Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin 2023-06-15 15:05:57   AMED - Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku girtî dihat darizandin, hat tehliyekirin.    Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş bi îdiaya “endama rêxistinê ye” salek e girtî bû. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Alagaş û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Endamên Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevanan danişînê şopand.    Danişînê bi xwendina îdianameyê dest pê kir. Alagaş bi zaravayê kurmancî parastina xwe kir. Alagaş destnîşan kir ku "sûcdariyên" di îdianameyê de qebûl nake û ji bo ew bibin deng û rengê civakê li gorî civakê tevger dikin û dixebitin. Alagaş got ew rojnamevaniya gel dikin. Alagaş xwest bê berdan û beraetkirin.      Parêzer Resûl Temûr jî parastina miwekîla xwe kir û destnîşan kir ku xebatên miwekîla wê hemû di çarçoveya rojnamevaniyê de ne û ev yek nabe ku bibin sûc û xwest miwekîla wî bê berdan.     Parêzer Pîrozxan Karalî jî xwest miwekîla wê were beraetkirin û berdan.    BIRYARA BERDANÊ    Şandeya dadgehê Alagaş bi biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat berda û danişînê taloqî 9'ê mijdarê kir.