Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir 2023-06-15 15:56:24 NAVENDA NUÇEYAN - Asiye Aydemîr a ku ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin di nav Dayikên Şemiyê de têdikoşiya, jiyana xwe ji dest da.   Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr jiyana xwe ji dest da. Asiye ji bo kurê xwe Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin, bi salan têkoşiya.    Li ser hesabê Twitterê yê Dayikên Şemiyê wefata Aydemîr hat ragihandin û ev peyam hat belavkirin: "Dayika me Asiye, dayika Huseyîn Aydemîr ê di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin, jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina dayikeke din a bêyî bigîhje edalet û kurê xwe em gelek xemgînin. Em ji malbata Aydemîr û hemû hezkiriyên wê re sersaxiyê dixwazin."