ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-16 09:00:02       * Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz anî ziman ku du sal di ser qetilkirina keça wê re derbas bûne, lê hê jî edalet pêk nehatiye û got: "Ji bo ku berpirs hesab bidin, heya em sax bin em ê bitêkoşin."    * Sewalvanên Bazara Heywanan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî kes nikare heywanan bikire û bifiroşe û xwestin ku qedexe û ambargoyên ku dibin sedema kûrbûna xizaniyê bên rakirin.    * Rêveber û mamosteyê MED-DER’ê Mehmet Mazhar Aktaş têkildarî xebatên komeleyê axivî û banga serlêdanê ya kargehên nû û hînbûna ziman kir.    * Esnafên Golanê diyar kirin ku her roj bi zemên nû hişyar dibin û wiha bertek nîşan dan: “Ji bo ku ev krîz ji holê rabe divê îktîdar biguhere. Ji bilî vê tu rêyên din nînin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 816’emîn de berdewam dike.    * Şaxa ÎHD’a Stenbolê, têkildarî cezayê hefsê yê li xwendekaran hatiye birîn, dê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)    * DFG û MKGP têkildarî salvegera girtina 16 rojnamevanan dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.30)    * GOÇÎZDER dê di çarçoveya aktîvîteyên “Hefteya Koçê” de “Rapora Çavdêriya Qadê ya Erdhej û Koçê” li Amed û Stenbolê aşkere bike. (12.00)