DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne 2023-06-16 11:42:04   AMED - DFG û MKGP ku têkildarî 15 rojnamevanên sala par di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin daxuyanî dan, wiha gotin: “Kedkarên Çapemeniya Azad wekî duh, wê îro jî û sibê jî ji desthilatên ku wê bên re, serî netewînin û Çapemeniya Azad dê her tim bibe dengê heqîqetê.”   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) tekildarî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ên di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatin girtin li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta nivîsa  “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” li ser dinivîsî û wêneyên rojnamegerên girtî li ser bûn hat vekirin. Hevalên rojnamegeran, endam û rêveberên DFG’ê, MKGP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk tev li daxuyaniyê bûn.   Metna daxuyaniyê ya bi tirkî ji hêla endamên DFG’ê rojnameger Selman Çîçek û ya bi kurdî jî, ji hêla endama MKGP'ê rojnameger Rojda Aydin ve hat xwendin.   Aydin, di daxuyaniyê de diyar kir ku zextên li ser rojnamegerên di hedefa desthilatê de ne her roj zêde dibin. Aydin da zanîn ku desthilat û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya kurdî û kurdan di serê sala 2022'yan de bi awayekî zêde domand. Tevî ku derbarê hempîşeyên me de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.”   BINÇAVKIRINÊN PÊŞIYA HILBIJARTINÊ   Aydin, bi lêv kir ku daraza di bin kontrola desthilatê de tev digere bi operasyona 8'ê hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin. Aydin bi bîr xist ku piştî binçavkirina 8 rojan di 16'ê hezîranê de 16 kedkarên çapemeniya azad hatin girtin û ew şandin girtîgehê û wiha berdewam kir: “Bi îddiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de bi sedan rûpel îddianame hat amadekirin. Kedkarên çapemeniya azad bi awayekî nehiqûqî şandin girtîgehê. Dîsa dema ku ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re demeke kin mabû darazê dîsa Çapemeniya Azad kir hedef. Tevî nûçegehîna JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer gelek kedkarên Çapemeniya Azad di 25'ê Nîsanê de, bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di 5'ê Nîsanê de jî jê 5 kes hatin girtin. Di rojên ku 5 rojnameger hatin girtin de bi operasyoneke nû Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin.”   'MAFÊ CIVAKÊ TÊ ASTENGKIRIN'   Aydin, anî ziman ku ji bo mafê girtina nûçeyan a civakê bê astengkirin tê xwestin Çapemeniya Azad bê bêhn bimîne û darazê ev yek ji xwe re kiriye peywîrek. Aydin, destnîşan kir ku 9 hevalên wan yên ku nêzî 6 mehan di Girtîgeha Sîncanê de hatin girtin piştî hilbijartinê di 16'ê Gulanê de bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan û wiha lê zêde kir: “Dîsa Midura Karê Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş duh (15'ê Hezîranê) hat berdan. Hevalên me li dijî zextên desthilatê tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedan. Ew her tim bûn dengê civak, zarok û jinê. Loma jî helwesteke nêzî desthilatê nîşan nadin, berovajî vê yekê ji bo vêya ji holê rake dixebite û ev yek ji xwe re kiriye armanc. 15 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin.”   'EW Ê ÇAPEMENIYA AZAD HER TIM BIBE DENGÊ HEQÎQETÊ'   Aydin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila desthilat, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; Kedkarên Çapemeniya Azad wekî duh wê îro jî û sibê jî ji desthilatên ku wê bên re, serî netewînin. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê paş ve gavê neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.