Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin 2023-06-17 09:03:17   AMED - AYM'ê cezayê ku bi sûcê "bêyî endamê rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye" li Omer Mûtlû hatibû birîn, xera kir û biryar da ku înfaza Mûtlû bê sekinandin û jinûve bê darizandin.    Omer Mûtlû, di sala 2014'an de ji ber tevlî xwepêşandanekê bûye hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Piştî ku Mûtlû hatiye girtin, di 1'ê kanûnê de bi 6 sûcên cuda der barê wî de îdianame hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê, bi sûcê "di civîn û xwepêşandanan de hilgirtina çekan û amûrên bi vî rengî" 7 meh û 15 roj, bi sûcê "bêyî endamê rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye" 6 sal û 3 meh, bi sûcê "biçûkxistina dewletê" 3 sal û meh û 15 roj, bi sûcê "propagandaya rêxistinê" sal û 3 meh û "ketina herêmên qedexe yên leşkerî" jî 13 sal û 9 meh" cezayê hepsê li Mûtlû biriye. Cezayê ku bi sûcê "ketina herêmên qedexe yên leşkerî" hatiye birîn ji aliyê Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind hatiye xerakirin û cezayên din hatine pesendkirin.    Buyamîn Şeker, parêzerê Mûtlû, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn dosyeya Hamît Yakût a bi sûcê "bêyî endamê rêxistinê be alîakriya rêxistinê kiriye" xera kir, ji bo cezayê bi heman sûcî li Mûtlû hatiye birîn tevgeriya. Parêzer Şeker, ji ber cezayê ku bi sûcê "bêyî endamê rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye" li muwekîlê wî hatiye birîn, serî li AYM'ê da. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Mûtlû "mafê civîn û xwepêşandanê bi kar aniye."    AYM jî, ev yek esas girt û cezayê ku bi sûcê navbirî li Mûtlû hatibû birîn xera kir. Piştî vê biryarê parêzer Şeker serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê da. Dadgehê jî biryara sekinandina înfaza cezayê Mûtlû û jinûve darizandinê da.    Mûtlû, piştî vê biryarê ji Girtîgeha Şakran a Hejmara 4'an a Tîpa T'yê derket. Tê payin kur Mûtlû di demeke nêz de jinûve bê darizandin.    MA / Cengîz Ozbasar